Stafa Xelatê bi germî pêşwazî li palawanê Kurd kir

Stafa Xelatê bi germî pêşwazî li palawanê Kurd kir

Îro 8/7/2025 roja sêşemê palawanê kurd yê (şerkirina azad) li cîhanê ji aliyê stafa xelata kurmanca ve bi germî hate pêşwazî kirin û ew serkeftina wî ya mezin pîroz kirin.

Namo Fazil, palewanê (şerkirina azad) li bajarê Dubey karî biser hevrikê xwe yê Rûsî (Ye`qub Sulemanov) de serkeftina mezin bi dest bixe û bibe palewanê cîhanê.

Namo Fazil, gencekî kurde ku xelkê bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê ye kêfxweşiya xwe bi pêşwazîiya germ a stafa Xelat anî ziman û got: Ew serkeftina min, serkeftina ji bo hemû gelê kurde li her çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê.   

Namo Fazil, îro mîvanê radyoya Dengê Gelê Kurdistanê jî bû, her weha ji aliyê rêvebir û stafa radyoya DGK ve bi germî hat pêşwazî kirin.

XELAT