Nadiya Murad çû koşka Elysê û soza parastina jinan hat dayîn

Nadiya Murad çû koşka Elysê û soza parastina jinan hat dayîn

Serokomarê Fransayê Emmanwêl Makron li koşka Elysê pêşwaziya keça Kurd a Êzdî (Nadiya Murad) xwediya xelata Nobelê ya Aştiyê û rizgarbûya destê DAIŞ`ê kir.

Makron di peyama xwe ya bi boneya Roja Jinan a Cîhanê de got, Fransa dê berdewam be di parastina jinan û parastina mafên wan ji ber ku jin beşeke girîng a pêkanîna aştî û aramiyê li Fransa û cîhanê ye.

Ji aliyê xwe ve Nadiya Murad spasiya Makron kir ji bo berdewamiya piştgiriya wî ya berdewam ji bo mafên jinan û aştiya li cîhanê, bi taybetî di mijarên girîng de ku wan bi hev re li ser wan kar kiriye.

Nadiya Murad her wiha got ku, piştgiriya Makron dê hêz û berdewamiyê bide wan ku di warê mafên mirovan, jinan û aştiya cîhanê de kar bikin.

 

XELAT