Ciwanekî Kurd Kembera Şampiyoniya Ewropayê bidest dixe
Werzişvanê Kurd yê bajarê Amûdê (Baran Ehmed Îdî) kembera şampiyoniya Ewropayê ya bokseriyê bi dest xist.
(Baran Ehmed Îdî) li bajarê Dosldorfê ya Almanyayê cara pêncemîne li pey hev beşdarî di şampiyoniya Ewropayê ya bokseriyê (şerkirina azad) dike û li hemberî hevrikê xwe biser dikeve û kembera şampiyoniya Ewropayê bi dest dixe.
Piştî serkeftinê û wergirtina kembera şampiyonê Baran Ehmed ala Kurdistanê hil dide û şanaziyê bi kurdîtiya xwe dike û kêfxweşiya xwe tîne zximan.
Baran Ehmed Îdî ji dayîkbûyê sala 2000`î ye piştî kirîza Sûriyê tevî malbata xwe ji bajarê Amûdê berê xwe didin welatê Nemsayê.
XELAT