Hikûmeta Danîmarkayê Erkekê Dispêre Rojnamevanekî Kurd
Nivîskar û rojnamevanê Kurd Abdalqadir Hourî ragihand ku, Wezîra Karûbarên Dîjîtal û Wekheviyê A Danîmarkayê, (Marie Bjerre) nameyek bo rojnamevanê Danîmarkî ku, koka wî kurd e, (Deniz Berxwedan Serincî) şandiye .
Abdalqadir Hourî ji malpera Xelatê re diyar kir ku, Wezîra Danîmarkî di nameya xwe de ji (Deniz Berxwedan Serincî) dixwaze, ku `Deniz` endamtiya desteyekê be, û yek ji erkên wê desteyê jî, bijartina jineke çalakvan, xwedî rol û xebateke bêhempa dijî çavdêriya civakî ya neyînî ku li ser gencan tên meşandin, nîşan bike .
Abdalqadir Hourî bal kişand ser wê yekê û got; Yek ji kêmasiyên entegrasyonê di nav civaka penaberan li Danîmarkayê de , kontrola neynî ya ku malbatên penaberî li ser kêç û kurên xwe dikin sedemeke sereke ye .
Deniz Berxwedan Serincî, kopiyek ji nameya wezîra Danîmarkî li ser malpera xwe weşand, û hinartina nameyê ji wî re weke endam di desteya navborî de weke rûmeteke mezin binav kir.
XELAT
