Şaredariya Amedê 12 ajokarên jin yên otobusan xistin ser kar

Şaredariya Amedê 12 ajokarên jin yên otobusan xistin ser kar

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku 49 otobusên nû li fîloya xwe zêde kirine, ji bo zêdekirina dîtbariya jinan di qada giştî de, 12 ajokarên jin ên ku di veguhestina giştî de bo ajokar hatine wergirtin, dest bi karê xwe kirin.

Ajokarên jin, yên ku digotin "Em ê tabûyan bişkînin", diyar kirin ku rûniştina jinan li ser kursiya ajotiniyê dê di qada veguhestinê de gelek tiştan biguherîne.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi pejirandina wekheviya zayendî di hemî qadên xizmetguzariyê de wekî prensîbeke bingehîn, gavên ku mafê kar ê jinan xurt dikin berdewam dike.

XELAT