Werzişvana Şaredariya Amedê bû sêyemîn
Werzişvan Nazlî Bozkurt ku di bin banê Şaredariya Mezin a Amedê de dixebitî, di Şampiyonaya Karateyê ya Tirkiyeyê û di Mezinên Tirkiyeyê ya kareteya şampiyonaya de bû sêyemîn.
Pêncemîn Lîga Karate Premier a Tirkiyeyê ji aliyê Federasyona Karateyê ya Tirkiyeyê ve li Amedê hat organîzekirin. Ev organîzasyon wê du rojan berdewam bike, ji gelek parêzgehên li Tirkiyeyê, 187 klûb û zêdetirî hezar werzişvanan tevlî bûm.
Werzişvan Nazlî Bozkurt, di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê yê Şaredariya Mezin a Amedê de dixebite, di nav werzişvanên ku beşdarî Şampiyonaya Karateyê ya Lîga Premier Umit Genç U21 û Mezinan ên li Tirkiyeyê de cih girt.
Werzişvanên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatîn, li gorî koman û temenan di nav kategoriyên cuda de têkoşîn dan. Bozkurt di kategoriya U21 Kumite 55 kg de hevrikên xwe li paş xwe hişt û bû sêyemîna Tirkiyeyê.
Bozkurtê diyar kir ku ji niha şûn ve wê ji bo şampiyonaya Tirkiyeyê xwe amade bike, wê Amedê bi awayê herî baş temsîl bike.

XELAT
