EKR pîrozbahî li rêvebirê nû yê DGK kir

EKR pîrozbahî li rêvebirê nû yê DGK kir

Piştî guhertina di postên radyoya DGKê de hat kirin û destbikarbûna rêveberê nû yê radyoya Dengê Gelê Kurdistanê, şanda Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê (EKR) serdana Nûsîngeha Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê (DGK)ê kir.

Bi boneya destbikarbûna Rêveberê nû yê radyoya Dengê Gelê Kurdistanê (Merîwan Mesûd), îro roja yekşemê 6/7/2025, bi navê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê (EKR) û stafa kovara Xelatê bi pêşkêşkirina gurzê gulan pîrozbahî li erkê nû hat kirin.

Wek em hemû dizanin ku radyoya DGKê wek yekemîn mînberê ragihandina kurdî ye ku bêhtir girîngî dide bi rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê û ev yek dilê hemû kurmancekî xweş dike.

Hêjayî gotinê ye ku, rêzdar (Merîwan Mesûd) li şûna rêvebera berê xanim (Mardîn Ebdulkerîm) wek berpirsê radyoya Dengê Gelê Kurdistanê destbikarbû.

 XELAT