Tîma Voleybolê a Amedê li hemberî Hatayê têk çû

Tîma Voleybolê a Amedê li hemberî Hatayê têk çû

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li hember Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê 3-1 têk çû.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di Lîga 2`emîn a Koma 15emîn a Jinan de têdikoşe, li Salona Sporê ya Koşklerê ji Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê re mazûvanî kir.

Temaşevanan di tevahiya maçê de bi tilîliyên bi coş piştgirî dan tîma xwe.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di komê de berdewam dike û di 28'ê Kanûnê de li Dîlokê bi Tîma Voleybolê ya Jinan a Merînosê re rûbirû ye.

XELAT