Jina Kurd a Xaneqînî em serbilind kirin
Jina şoreşger û jêhatî Sozan Mensor Xaneqînî, şopênera riya birayê xwe şehîd Hisên Mensor ku serê xwe ji ne rewabûnê re danexist.
Roja 5ê adarê li Xaneqînê hejmarek ji çekdarên Heşed Şehbî bê rêzî li hemberî jina kurd a parlemanter di perlemana Êraqê de, bi taybet dema ku êriş kirin û nirxên civakê binpê kirin.
Lê Sozan Mensor rê neda wan û ew dûrxistin ji wan reftarên ne rewa, helwesteke şoreşgerî nîşana wan kir û rastiya jina kurd ji wan re anî holê.
Ev yek bû ye cihê serbilindiya jina kurd li Xaneqînê û bû bi waneyek ji wan kesên ku hewil didin vîna azad a jina kurd bişkînin. Lê di encamê de, vîna jina kurd Sozan Mensor bi serket.
Ev rastî rastiya vîna azad e ku ji aliyê rêbaza rewan şad serok Mam Celal û şehîdên Kurdistanê ve hatiye darijtin û bûye cihê pabendbûna kesayetiyên mîna pakrewan Hisên Mensor ku birayê jina şoreşger Sozan Mensor e.
Xelat
