Pîşesaziya Şîrê zuhakirî
Nivîskar û Wergêr: Muhemed Şerîf Cilînî

Lêkolînvan û rêwîtvanê Italî Marko Polo, gotibû ku leşkerên Ȋmperatorê Mengoliyan Kopîlay Xan di sedsala 13an de,nas kiribûn çawa toza şîr çê bikin, şîr li ber tava royê li arana Gobî dihiştin, ji bo tîr û hişk bibe, dema ji wan re gerek dibû, hinek ji wî şîrê tîr tevlî avê dikirin, heya tê vebhujtin û bibe şîr.
Li vir gavên kurt ên ji bo hilberîna şîrê zuha kirî di kargehên nûjen de he, li gorî pêngavên jêrîn tê çêkirin:
1- Bi destxistina şîrê xav yê dighê kargehê, û pêk anîna taqîkirina pêşîn, ji bo bi cî kirina baş bûna şîr.
2- Parzindinan şîr, tekuz kirina asta qatix di şîr de bo asta daxwestî , di verbrêjkerea sentrîfyûg.
3- Bastûrkirina şîr ji bo tune kirina mîkroban, bi germ kirina şîr, û sarkirin bi lez bo pila (15) an.
4- Tîr kirina şîrê bastûr kiri, di kêm kirina asta avê ji (87%) bo asta (27%), ev pêngav pêk tê bi germ kirina şîr di navbera (65 -70) pilan, û pompe dibe ber (4) dilopkeran , ji yek ber bi ya din ve, ev dilopkeran divê di bi bandora valhiyê de bin (Vakyom, Vacum), ji bo pêkhatiyên şîr neyên qusandin.
5- Zuha kirina şîrê tîr pêk tê bi yek ji du hawan:
- Zuha kirin bi kar anîna bi lûlên zîvronek
Amûre ji du lûlên asoyî dij hev dizîvirin, ev lûle têne germ kirin bi keldumana avê bo pila ava şîr bibe hilm, bê bandor be li ser pêkhatiyên şîr, bi vî awayî:
Şîr tête rijandindin di navebera herdu lûlan bi awayê kirasekî tenik pêk bê, dema lûle dizîvirin, av dibe hilm û şîrê zyha tê xeritandin bi baskên ji pola û dadikeve ser veguhêzerê, lê hilma avê tê vekêşandin bi perwana vekişandinê, û bêk anîna valhiyê (Vakyom, Vacum) di hundirê amûrê de.
- Zuha kirin bi kar anîna zuh kera xunavî
Zuhakera xunavî mîna bircekê ye, ji jor ve koniye û ji jêr ve kovikî ye, ev amûre herî gelempere, ji be ku hemî corên şîrê zuha pê tê hilberîn û bi hêsanî têne vebuhujitin, di vê anûrê de şîrê tîr bi bayê germ tê pompe kirin û dibe mîna xunavê, dema bayê germ digihê şîrê bûye mîna xunavê, av dibe hilm û pirtikên şîrê zuha di binê kovikê li jêr kom bibe, û bayê zuha kirinê yê hilgirtî ye bi pirtikên,
bûyî sivik û hilma avê , tê vekêşdin bi perwana vekêşanê, di riya gegerînkek kovikî ji bo veqetandina pirtikên şîr ji bayê, şîrê kom bûyî carna tê veguheztin ji bo rewa kirin bi avê ji asta (8 -15%) û derbasî bircek din dibe, ji bo bi desxistina şêrkî bi hêsanî û bi lez vebuhuje, û bi rewa (4%).
6- Kêstekên şîrê zuha têne pelixandin di aş de, da ji bibe mîna arvan, û tête sarkirin bo pila xwezayî, hingî amide ye bo dagirtin bi awayê esêptîk (eseptic).

XELAT
