Çend dîmen ji bajarê Xelatê

Çend dîmen ji bajarê Xelatê

Xelat (bi Tirkî: Ahlat), yek ji navçeyên Bedlîsê ye, rûberê wê 1.044 km² ye. Hejmara niştecihên navendê 24.000 û bi giştî jî nêzîkî 50 hezar e. 26 gund û 2 mezreye wê hene. Gel ji Kurdan pêk tê. Di salên 60´î de dewleta Tirk navên erdnîgarîk ên Kurdî qedexe kiriye û navên bi Tirkî pêve daniye.

Seyda Mehmûd Birifkanî,di pirtûka xwe bi navê Birifkan Seydaları da weha goti: Çar hêzar sal berê dema Huriya ev bajar ava kir. Her du tiştê kû jê hez dikirin kû ax û çiya bû bi heve zeliqandin û gotin Xelat yanê (ax) û (lat). Her wek tê zaninê alîki Xelatê çiyayê Sîpani û alîki wi ji ax. Xelatê navê xwe girtiye. Her wek tê zaninê Huri bapirê Kurdane.

Di tomarên dîrokî de navê Xelatê wekî Xelat, Xalads, Axlat, Şaleat (Ermenî), Kelath (Aşûrî), Xîlat (Erebî) derbas dibe. Piştî ava bû na Komara Tirkiyê di sala 1924'î de dibe navçe.

Jêder: Wikipedia

Sekoya Kurmancî