Bi wêne.. Hilberîna xwê ji ava kaniyê li gundekî navçeya Sengawê
Hilberîna xwê yek ji xebatên mirovî yên herî dijware ku bi hewl û kedeke mezin tê hilberandinê.
Xwê ji wan avane ku xwêya wê zêde ye û ji bo vexwarinê ne guncaw e tê hilberandin.
Gundê Xwêlên li devera Germiyan a ser bi navçeya Sengaw ya navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê ye, yek ji wan cihên ku kaniya gund şore û ji bo hilberîna xwêya baş guncaw e, ku bûye çavkaniya debara hin şêniyên wê navçeyê .
Dema ku hûn di qada hilberîna xwê re derbas bibin hûnê gelek hewzên bêhempa û xweşik ên ku xwê lê tê hilberandin bibînin.
XELAT