Salar Mehmûd di warê cenosîdê de bawernameya masterê wergirt
Berpirsê malbenda devera Germiyanê ya YNK`ê (Salar Mehmûd) bawernameya masterê di biwarê cenosîdê de bi dest xist.
Di wê derbarê de Salar Mehmûd ragihand: Min lîsansa xwe ya masterê di beşa Mafên Mirovan de li Kolîja Huner û Zanistên Mirovî ya Zanîngeha cînan wergirt, ku navûnîşana têza min (Pêşketina hizira yasayî û parastinê û tekoşîna li dijî Tawana komkujiyan) bû. Ku bi pileya neyab teza min hate qebûl kirin.
Salar Mehûmd behsa wê yekê jî kir ku, beşek ji gotûbêjan ji bo dadgeha tawanên giran a Êraqê û dosya cenosîda kurd hatiye veqetandin. Enfal û kîmyabarana Helebce. Her wiha got ku hewldan û cîbicîkirina berpirsyariyên yasayî û siyasî, ji bo pêşîlêgirtina cenosîdê girîngtir ew e ku nehêlin ku sûc çêbibin û paşê gavan bavêjin.
Di dawiyê de, behsa encamên demdirêj û xeternak ên qirkirinê li ser mirovahiyê bi giştî û gelê ku qurbanî dide bi taybetî axiviye.
XELAT