Zeyta dendikȇn gulaberbero -2

Zeyta dendikȇn gulaberbero -2

Dexla gulaberbero

Taybetmendiyên gelemperî

Nivîs: Muhemed Şerîf Cilînî

 Regeza an nijada gulaberbero: Helianthus, ji 68 cureyên naskirî hene, di nav du komên sereke yên cuda de têne dabeş kirin: cureyên li Amerîka Bakur tê dîtin û cureyên  li Amerîka Başûr.

Rewika gulaberbero ya kovî, bi çend kulîlka an serî heye, û rewika gulaberberoj ya kovî (çolê) bingeha genetîkî ya gulaberbero yȇ ya bazirganî ye, ku ji her rewikekȇ ji yek kulîlkek an seriyek pêk tê.

Gulaberbero dexleke salane ye. Bilindahiya rewikȇ di navbera (1-3) met. de ye, serî weke qawin an gjrkek girover, pȇk dibe ji hejmareke mezin ji kulîlkên piçûk û lûlekî (700 - 4000 kulîlk), Yên di rêza derve de xwedan pelikên dirêj, mîna kemberê ne ku tîrêjên hevedudanî yên kulîlkê pêk tînin, beşa paş ya serî bi pelên kesk ên piçûk ve nuxumandî ne, mîna endîzȇn tîrȇjî xuya dibin  li ser pelên kulîlkan, û  ber bi navenda qawinê de hejmareke mezin ji kulîlkên piçûk, bi tevahî wekî kulîlkên qawinȇ têne zanîn hene, her yek ji van kulîlkan dikare dendikekȇ hilgite.

Ew kulîlkên ku endîza tîrêjî çêdikin bi gelemperî stewrin, Kulîlkên ku dendika didin, her yek bi kulmek (tacik) lûlekî û nêrika zayendȇ, serên gulaberbero dê çerxa rokê bişopînin heya hemî kulîlkên ku ji serê xwe pêk tê bȇn deqandin an lȇletin, paş re ewȇ di rewşek rawestayî, bimînin, ber bi rohilat ve, pêvajoya avakirina dendikȇ ji kulîlkbûnê bi li derdora 70 rojan digire, dendik piştî 130 rojan dihirmijin (dighȇn) û piştî 10 rojan dikarin bên berhevkirin.

Berbero di keşa (Avuhewa) nerm de (ji nerm berbi germ), nemaze li germahiyên di navbera 20 û 25 C, bi germahiyek bikȇr di navbera 27 û 28 C de şîn û geş dibe. Ew di keşa ziwa û tav de, û di axa kûr de ku bikaribe rastî aveke pir bȇ baş şîn dibe, naveroka zeytê di dendikan de li deverên pir germ kêmtir e, berhem li hember guheztinên germahiyê yên di navbera şev û rojê de, ku di navbera 8 û 34 pileyî de ye.

Hilberîna herî bilind a dendikan di germahiyên di navbera 18 û 25 C de ye, di heyama avabûna dendika heya dagirtina wan de, rȇja teratiya jîngehȇ pir giring e, di navbera 15 û 20 rojan de berî û piştî kulîlk bûnȇ, û dagirtina dendikan bi zeytȇ herî baş, pȇk tȇ di serdemên ku baran nabare.

Gulaberbero dighȇje, dema ku pişta serî ji rengȇ kesk dibe zer û pel qehweyî dibin, hingî dendik tȇn berhevkirin bi awayȇ bazirganî, ango dema zuwabûna dendika ji 35% ê di seriyan de ,di dema gihîştina fîzyolojîkî de heya 11 % tê destnîşan kirin ku ji bo rȇ li ber weşandina dendika bê girtin, zuwakirina pîşesazî pêwîst e berî ku dendik bên hilanîn ango embarkirin, divê bi rêjeya teratiyȇ 9,5 % werin hilanîn, ji bo ku xwe ji çalakiyên enzîmatîk ên nedilxwaz dûr bixin, ji ber ku hin ji van çalakiyan di nav 12 demjimêran de piştî berhevkirina dendikan ku di rȇja teratiyȇ 20 % dest pê dikin.

Berhema hilberana her hektarî li gor devera ku gulaberbero tê de tên çandin tȇ guhertin, bi gelemperî berhema di navbera (370-2600) kg ye.

XELAT