Pêşangeha Wêneyên Serok Mam Celal hat vekirin

Pêşangeha Wêneyên Serok Mam Celal hat vekirin

Ji bo bîranîna salvegera koça dawî ya serkirde û rêberê gelê kurd rewanşad Mam Celal Talebanî Borda ragihandinê ya YNKê pêşangehek taybet bi beşek ji wêneyên Serok Mam Celal roja, 1ê Cotmeha 2025an vekir.

Pêşangeh bi amadebûna berpirsê borda ragihandinê Letîf Nêrweyî, û hêjmare ji dost û heval û hogiran hate vekirin, ku têde hêjmarek ji wêneyên Mam Celal di qonaxên cuda cuda yên xebata rizgarîxwazî ya gelê me de bûye ku ji serdema lawîtiya xwe de destpê kiriye.

Her weha şandek ji Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Hozan Efrînî jî wek wefayek li hemberî xebat û tekoşîna rewanşad serok Mam Celal ji bo Rojavayê Kurdistanê ji destpêka tevgera azadîxwazî beşdarî di pêşangehê de kirin.

XELAT