Kurdek di laşciwaniyê de dibe palewanê cîhanê

Kurdek di laşciwaniyê de dibe palewanê cîhanê

Kurdê ji bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê (Ebdulqadir Hacî Salih) di şampiyûna werzişa laşciwaniyê de pileya duyemîn li ser astê welatê Nemsa (Awisturiya) bi dest xist. Her weha li ser astê cîhanê jî li giranbûna 90/80 kîloyî de yekem derket û bû palawanê cîhanê.

Palewanê kurd (Ebdulqadir Hacî Salih) ji sala 2001`an ve werzişa laşciwaniyê destpê dike û beşdarî gelek şampiyûnên li ser astê Sûriyê û cîhanê dike û gelek xelatên cîhanî werdigre, herî dawî jî beşdarî şampiyûna li welatê Nemsayê dike.

Ebdulqadir Hacî Salih, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ew serkeftina xwe pêşkêşî kesûkarên şehîdan û kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dike. Em jî weka Sekoya Kurmancî û kovara Xelatê wê serkeftinê li Abdulkadir Hacî Salih pîroz dikin.

XELAT