Xortekî Kurd yê Rojava `Şêran` xwedî dike

Xortekî Kurd yê Rojava `Şêran` xwedî dike

Reşîd Osman, xortekî kurd yê bajarê Dêrîka Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ye hem werzişvanê Laşciwaniyê ye û hem jî Şêran xwedî dike û dibêje, ku ew ji zarokatiyê ve hezkirina xwe ji bo xwedî kirina ajalan hebûye.

Di hevdîtineke taybet de ji Xelatê re, Reşîd Osman got; ji biçûkaniya xwe ve min ji heywanan hez dikir û vê dawiyê min dixwest tiştekî xwedî bikim ku hinekî xerîb be, hat bala min ku ez Şêrekî xwedî bikim û min Şêrekî biçûk ji başûrê Kurdistanê anî.

Bi gotina Reşîd Osman, wî destpêkê Şêrê xwe bi şîr xwedî dikir û dûvre bi goştê nerm xwedî dikir û niha jî  ji berku Şêr ji xeynî goşt tiştekî naxe rojane 4-7 kîlo goşt dide Şêrê xwe, yanî heftiyê 25 kîloyan dixwe.

Got jî; metirsiya xwedîkirina Şêr heye, çiqas tu kedî bikî lê dîsa xeteriya wê heye û henekên wî hinekî giranin, temenê ev şêrê ez niha xwedî dikim 2 sal û 7-8 heyvin hîn tu xeterî çênebûye lê ez jê fêm dikim û dema ku Şêr aciz be nabê mirov henekan pêre bike û ez wî derdixim seyrangehan û çolê û xelk resman pêre digre.

Ew yek jî diyar kir Reşîd Osman got; xwedîkirina Şêr gelek zehmetiyên wê hene divê mirov pêre mijûl bibe ji biçûkaniya wî ve û heta ku mezin dibe, gelek caran nexweş diket û doktoran li bajarê Dêrîkê jê fêm nedikirin û ez neçarbûn ji Dêrîkê bibim Qamişlo û heya sibehê ez li ber serê Şêr bûm, mesrefa wî jî heye ji aliyê tenduristî û xizmeta wî ve heye.

Rûpelên Reşîd li ser torên civakî hene û gelek caran ji gelek welatên erebî telefona wî dikin û mereq dikin û dixwazin wî nas bikim û ew jî xwe bi wan dide naskirin "Ez ji wan re dibêjim ku ez kurdim ji rojavayê Kurdistanê me û gelek matmayî diman".

Bal kişand ser wê yekê jî û got; Şêrê li cem min temenê xwe 7-8 heyvin û wexta wê ya zewacê bûye û projeya min heye ez cihekî fereh jêre cêbikim û şêrekî mê jêre bînim ji bo cêlîkan çêkin.

Derbarê werzişa laşciwaniyê jî Reşîd Osman da zanî ku ji 2016`an ve ew werzişa laşciwaniyê dike û heya niha berdewame û laşê wî bihêz bûye û ew yek derfet dide ku bikare Şêr xwedî bike..

 Amadekirin/ Hozan Efrînî

XELAT