10`mîn Salvegera Komkujiya Şengalê mijara bernameya Horî ye

Hozan Efrînî di destpêka bernameyê de bal kişand ser wê yekê ku kurdên Êzidî kurdên resen in, jiber ku ew li ser ola xwe man û parastin û çand û hunera xwe a kurdayetiyê jî parastine û resentiya neteweyiya kurd li çiyayên Şengalê parastin.

Cîgirê Berpirsê Melbenda 15`an a YNK`ê li Şengalê (Newzad Şengalî) bû mêvanê Bernama HORÎ ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de li Silêmaniyê tê weşandinê û ji aliyê (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin. Newzad Şengalî got; dema terorîstên DAIŞ êrişî Şengalê kir di sala 2014`an de, ew hêza desthilat li Şengalê ku Partiya Demokrata Kurdistanê bû neşiya rûbirûyê terorîstan bibe.

Miletê me gelek zulim û stem te`da lê hate kirin piştî Şengal bi tenê hate hêştin, gelê me birîndare û çarenivîsa bi hezaran ji xelkê me nediyare.

Bal kişand ser wê yekê jî ku, mixabin hîna gelek welat komkujiya Şengalê wek cenosîd nedane nasandinê tenê parlemane Almanya, Fransa û Brîtanya û hin perlemanên din ên welatan wek cenosîd qebûl kirine lê ne wek pêwîste. Lê mixabin hîna ne hikûmeta Êraqê û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarek nedaye ji bo cenosîda Êzidiyan a li Şengalê.

Newzad Şengalî anî ziman ku her çend plaform yan civîn û seminar bên li darxistin li nava Êraqê yan Herêmê ya derveyî welat tu nirxê xwe tuneye eger nebe yasa û zagon û komkujiya Şengalê wek cenosîd bê nasandinê.

Newzad Şengalî ew yek jî aşkira kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji 3/8/2014`an de û heya roja îro berdewam di nava xelkê Şengalê de bûye, û berevaniyek mezin li ber Şengalê de kir û (111) şehîdên YNK`ê di berevaniya ber Şengalê de şehîd bûne di şerê dijî DAIŞ`ê . Herçend YNK`ê tu desthilatek nebûye di Şengalê de lê piştî ku dît tawanek û xedreke mezin li xelkê Şengalê tê kirin, ew pêşmergeyên pasavanên melbendê tevî kadirên melbendê yên Duhokê û Şengalê hemû hatin û şerê DAIŞ kirin û di çiyayê Şengalê de man û heya bi rizgarkirina Şengalê ku gelek şehîd dan.

Newzad Şengalî di peyama xwe ya dawî de daxwaz ji xelkê koçber ên Şengalê kir ku vegerin ser mal û mulk û warên xwe û carek din Şengal bê avadan kirin, her weha daxwaz kir ku ew 4 milyon dînarên ku hikûmeta Êraqê dide divê tenê kirêya rêya vegera koçberan be û alîkariyên zêdetir ji xelkê Şengalê re bê kirin daku vegerin warên xwe û çarenivîsa revandiyan û windayiyan diyar bibe.

 

XELAT