Di peravên deryaya vê jînê de
Helbest: Konê Reş
Di peravên deryaya vê jînê de,
Dilê min bûye bender ji kul û derdan re!
Hêlîn ji êş û xeman re..
Tev gemiyên li ber pêlên bahoza deryayê çûyî,
xwe lê digirin..
Tev qeyik û kelekên stûn şikestî,
çît diryayî,
lê radiwestin û dibin mêvan.
De werin,
di kovan û birînên dilê min de bicivin û rawestin..
Dil mezine û cih firehe..
XELAT