Deng û Dengbêj…
Nivîskar: İkram Oguz
Berê deng hebû…
Dû ra dengbêj peyda bû…
Bi hunera dengbêj ra deng xemilî…
Bû kilam û stran.
Bi awaza dengbêj ra bilind bû, ji civatên mîr û hekiman…
Gihîşt serê û çol û çîyan û olan da…
Di nav gelîyên kûr û hevrazên bilind da…
Bi deng û awaza xemilî va evîna evîndaran xurt…
Hestîyarîya kal û pîran jî zêde dibû.
Civak bi rengên xwezayê dixemilî…
Bi ken û henekên ji dil û bi şîn û şahîya xwezayî.
Bi derbasbûna demê ra cîhan piçûk bû…
Ew cîhana ku bêserî û bêbînî dihat binavkirin…
Berê dem û dewran guhurî.
Dû ra radyo û teyîp…
Televîzyon û telefon…
Înternet û aqilê zîrek îcat bûn.
Facebook û Twîtter…
Înstagram û TîkTok bûn civakên nûjen
Di nav wan da odeyên jin û mêran ava bûn…
Li ser mîndera dengbêjan stranbêj rûniştin.
Ji wan hinek di rêça dengbêjên berê da diçin…
Bi tewn û awazên wan distirên…
Dengê xwe terbîye dikin û dibin dengbêj.
Lêbelê hinek jî tenê diqerin…
Bi dengê xwe yê xam û ji hunera hunermendîyê bêpar…
Hest cîh nagre di qêrîn û qîjîna wan da…
Navê wan dengbêj…
Paşnavên wan hunermend…
Lêbelê dengbêjî û hunermendîya bi gotinên ezber…
Loma stran biqede, dengê wan jî tê birîn…
Wek kesên kerr û lal, bê zar û ziman…
Di kuncikê xwe da dimelisin…
Serê xwe di ber xwe da xar dikin…
Ji pirsên pêşkêşvan û ji galegala di civatê da bê kirin, ditirsin…
Navê wan stranbêj…
Gotinên stranên wan jî bi kurdî…
Bi gotinên dubarekirî û ezber diqêrin û distirên…
Jiber ku ne dikarin bi kurdîyeke şaş…
Ne jî dikarin bi tirkiyeke baş biaxifin.
Mirov bi qêrîn û qîjîna wan ra ji deng û dengbêjan…
Bi axaftina wan a nîvco û tevlihev ra jî ji ziman sar dibe…
03.01.2024
XELAT