Kurd zimanê xwe yê birîndar, bi destê xwe dikujin…

Kurd zimanê xwe yê birîndar, bi destê xwe dikujin…

Nivîskar: Îkram Oguz

 

Ev çend sal e, ez dibêjim zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê zimaneke birîndar e û li ber mirinê ye.

Hinek heval û hogirên ku xwe wek dildarê kurdî dihesibînin û bi kurdî dijîn, li dijberî ev nêrîna min derdikevin…

Ji bo vê yeke jî zêdebûna nivîsandina bi kurdî wek mînak nîşan didin.

Rast e…

Ji destpêka salên 90î va nivîsandina bi kurdî li Bakûr dest pê kir û roj bi roj, sal bi sal zêde bû.

Kanalên televîzyonan, ku bi kurdî weşanê dikin, vebûn…

Gor hinek şert û merrcan, li dibistanên dewletê jî îro zarokên kurd dikarin dersa kurdî ya bijarte hilbijêrin.

Gor salên borî û bi zêdebûna pirtûk, rojname û kovarên kurdî va xwendevanên kurdî jî zêde bûn.

Lêbelê axaftina bi kurdî kêm bû…

Her diçe jî kêm dibe…

Jiber ku gel bi girseyî dipişife û dest ji zimanê xwe ber dide.

Heta van salên dawîyê, kurdên ku li gundan dijîyan, di hemû xalên jîyana xwe da kurdî bi kar dianîn.

Zarokên ku li gund çavê xwe li dinyayê vedikirin, heta 7 salîya xwe ji bilî kurdî zimaneke din nas nedikirin.

Mixabin îro gundîyên kurd jî, zarokên kul i gundan mezin dibin jî bi tirkî diaxifin û dijîn…

Loma xwendin û nivîsandina bi kurdî zêde bibejî, axaftina bi kurdî kêm bûye û her diçe jî kêm dibe.

Di dema “Pêvajoya Aşitîyê” da astengîyên ku dewleta dagirker derxistibûn pêş, yekoyek ji holê rabûn. 

Kurd li zimane xwe vegerîyan, li kurdbûna xwe xwedî derketin, di kûçe û kolanên bajaran da jî bê tirs û xof bi zimanê xwe axifîn.

Di axaftinên xwe da şaş û xeletî jî kirin.

Ji bo ku bikaranîna ziman zêde bibe, gotineke xweş jî hate kirin, ku ew gotin li her dere jî belav bû.

“Kurdîyeke şaş çêtir e ji tirkîyeke baş…”

Lê ev gotina xweş îro bûye sedemeke nebaş…

Bandora vê gotinaê çiqas e, nizanim…

Lê ya ku dibinim ev e, ku kurd îro bi kurdîyeke şaş zimanê xwe yê birîndar bi deste xwe dikujin.

Jiber ku ti kes êdî xwe nawestîne û li kurdîyeke baş nagere.

Peyv û hevoka ku di axaftin ya jî nivîsa xwe da dixwaze bi kar bîne, napîve, li rastî û şaşîya wî nanihêre…

Çend mînak:

Rojnameyên kurd di nûçeyên xwe da dinivîsînin: Li filan derê “erdhej çêbû…”

Dengbêjên kurd, di kilam û stranên xwe da dibêjin: Lo lo heyran ez nizanim, gelo tu ezeb î yan “bi jinî…”

Nivîskarên kurd di roman û çîrokên xwe da dinivîsînin: Filan tişt “li xaşa min çû…”

Ronakbîrên kurd di axaftinên xwe da dibêjin: Filankes miorvekî “bi temen bû…”

Karmendên kurd di dan standinê xwe da dibêjin: Bêvankesê “soza xwe girt…”

Derdê ser derdan şaredarîya Batmanê, ji bo pêşwazîya ku li kesên tên wî bajarî bike, li ser rêya bajêr û bi kareke giranbuha hevokeke ji çar peyvên kin pêk tê, çik kirîye ku her kes bibine. Hevoka ku ji çar peyvan pêk tê û du peyvên wê şaiin, wuha ye: Hûn “bê xer” hatin Batmanê…”

Mirov dibeje qey, erdhejandin, zewac, temendirêj, soza xwe anî cîh ya jî li soza xwe xwedî derket, hatine kuştin, k udi şûna wan da ev peyv û gotinên bêteşe tên bikaranîn.

Ji xwe pirsgirêka Batmanê jî cuda ye, ew naxwazin ti kes bi xêr biçe bajarên wan…

Mînakên wusa pir in, lê naxwazim liv ir zêde bikim û sere we jî bi êşînim.

Jiber ku dema ez rastî şaşîyan wusa têm, eciz dibim û diêşim, mixabin ji vê êşa xwe ra dermanek jî nabînim…

ikramoguz@gmail.com

 

XELAT