PÊNÛSA MITEWAZ 

PÊNÛSA MITEWAZ 

Helbestvan: Seyrana Celad

 

PÊNÛSA MITEWAZ                    

Hildigrim li dest pênûsa bi naz,

Tevî hîsên xwe jor didim perwaz,

Bi hubra rengîn vedhûnim awaz,

Dikim dileka hêvî û daxwaz,

Zindî bibînim yara gerdengaz.

Hestên ser lênûs bûne teyrên baz,

Difirin diçin warê dûr-deraz,

Çawa melodî, ya keman û saz,

Carna xemgînin carna jî şanaz,

Dibin dermanê rûhê mitewaz.

Ferqin mitale, cûdaye şêwaz,

Asê dibî nav, zorin, ne lewaz,

Morî-mircanin ser rûyê kaxaz,

Kaw û rengînin ça gula soryaz,

Diqîrin şîrîn mîna qaqlîbaz.

Şirîk, rêheval pênûsa min naz,

Nehêlî tenê şaîra dilnaz.

 

#Seyran

#Helbest 26.09.2024s.

#Wêne 26.09.2024s.

 

XELAT