Netewperwerî ji Ehmedê Xanî heta bi Hacî Qadirê Koyî
Neteweperweriya Kurdî bi rêya Pênûsê
Netewperwerî ji Ehmedê Xanî heta bi Hacî Qadirê Koyî
Nivîskar: Merîwan Mesûd
Ev ew nêrîn e ku ez dixwazim di vê gotarê de bi zelalî diyar bikim, mixabin, Kurdan her gav bawer kirine ku serî li şoreşa çekdarî bidin û bi vî welatî û wî welatî re hevpeymaniyê çêbikin, ew ê wan ber bi perava ewle ve bibin û mijara avakirina neteweyê û xewna dewleta kurdî di lûleyên çekên xwe de dîtine. Di demekê ku mixabin, çekên me her gav çirûk kirine û nekarîne me bighînin wê armancê.
Eve di demekê de yhe ku eger çaryeka têkoşîna çekdarî û şoreşên Kurdan li hemû beşên Kurdistanê ji bo perwerde, xwendin û nivîsandinê, ziman û avakirina neteweyê bi rêya xwendin û nivîsandinê hatiba veqetandin, ez bawer im ku Kurd dê niha mafên xwe ji deverên din bixwastana.
Serdema Ehmedî Xanî
Ger em vegerin dîroka avakirina neteweyê, an jî rastir neteweperweriya (Nasyonalîzim)a Kurdî bi rêya qelemê, dibe ku destpêka herî baş û gotina herî serbilind behskirina Ehmedî Xanî be, ji ber ku ew di serdema 1650-1700an de jiyaye.
Kurdan zimanê Kurdî û avakirina neteweyê tune bû, ji ber ku di wê demê de, her çend Kurd xwedî rewşenbîr, helbestvan û zanyar bûn jî, hemûyan bi zimanê Farisî û Erebî nivîsandine, lê dema ku Ehmedê Xanî, ku ji malbateke dewlemend a Bakurê Kurdistanê bû, ne hewce bû ku tiştek serê xwe bi zimanê me biêşanda,
Lêbelê, ew tê giringî dide zimanê Kurdî. Her çend wî dizanibû ku nivîsandin, xwendin û weşandina bi Kurdî ne populer e jî, wî israr kir ku bi Kurdî binivîse her weha di pirtûka (Diyalog-Rojhilata Navîn) hatiye nivîsandin ku: "Ehmedî Xanî ji destpêkê ve dizanibû ku kelûpelên Kurdî bazarek wan tune ye, ango pirtûkên wî yên bi Kurdî nikarin bigihîjin hejmareke mezin ji xwendevanan."
Ev ji ber du sedeman e: ji aliyekî ve, civaka ku Ehmedî Xanî tê de jiyaye bi piranî nexwende bûn. Ji aliyekî din ve, zimanê nivîsandin û xwendinê di wê demê de bi piranî Erebî û Farisî bû. Nivîskarên Rojhilata Navîn, di nav wan de nivîskarên Kurd jî, bi van zimanan pirtûk nivîsandin.
Em serbilind in ku dîroka nivîsandinê û destpêka neteweperestiyê di nav Kurdan de em vegerînin bo Ehmedî Xanî. Ku wî di 32 saliya xwe de, wî biryar da ku yekem ferhenga Erebî-Kurdî ji bo zarokên Kurd, bi navê (Nûbahara Biçûkan), çap bike.
Her çend ew ferhengek piçûk bû jî, ew wekî yekem ferhenga Kurdî tê hesibandin, ku paşê di sala 1926an de li Riwandiz li başûrê Kurdistanê, hate çap û belav kirin.
Ehmedî Xanî, bi nivîsandina pirtûka (Mam û Zîn) di sala 1692an de, gavek mezin di warê çand û ferhenga Kurdî de avêt, ji ber ku heta îro jî, ev şahesera wekî şahesera herî serwer tê hesibandin ku dîroka nivîsandin û helbesta Kurdî nîşan dide.
Serdema Bedirxaniyan
Dibe ku piştî Ehmedî Xanî, qonaxek din a girîng ji bo avakirina neteweya Kurd û neteweperweriya bi rêya nivîsandin û xwendin û nivîsandinê vegerê malbata serbilind a Bedirxanî be, ku hem ji hêla meqam û hem jî ji hêla madî û manewî ve pirsgirêkên wan tunebûn, lê ji hêla rayedarên Tirkiyeya Osmanî ve pir rêz li wan dihat girtin.
Lê ew rêzdar, ku ez dikarim bi serbilindî bibêjim hemî malbatên Bedirxaniyan, ji bo Kurdbûnê û avakirina neteweyê ji bo Kurdên li her deverê cîhanê rêyek dijwar hildibijêrin.
Ji ber vê yekê, dema ku ew dixwazin plan û armancên xwe yên Kurdbûnê pêk bînin, ew ne tenê di warê perwerde, xwendin û nivîsandinê û ziman de rawestin, lê armancek wan a pir mezintir heye, ji ber ku ew dixwazin neteweya Kurd bi rêya çand û xwendin û nivîsandinê hişyar bikin. Ji bo ku di warê civakî, paşverûtî û serfiraziyê de pêşve biçin, ew ji her tiştî dudil nabin.
Ji ber vê yekê, serokên vê malbata Kurd çûn Stenbolê. Dema ku wan fêm kir ku ew ê ji bo wan nexebite, dev jê bernedan. Wan cil, pere û dewlemendiya xwe ji bo miletê xwe bi kar anîn û koçî Qahîreyê kirin. Ji wir jî ber bi bajarên navdar ên Ewropayê ve çûn, hemû ji bo belavkirina xwendin û nivîsandinê û damezrandina hebûna miletekî ku neteweya Kurd e.
Ronakbîrê mezin ê Kurd, Dr. Kemal Mezhar li ser Bedirxaniyan dibêje:
"Bedirxanî bi giştî ronakbîrên pêşîn ên Kurd bûn, ji ber ku ew berhema herêmên pêşketî yên Kurdistanê bûn û berî hemûyan wan berê xwe dan Stenbol, Qahîre û Ewropayê .
Zanistperweriya bêhempa a Bedirxaniyan di rojnameya Kurdistan yekem rojnameya Kurdî de ku wan diweşand, bi awayekî zelal xuya bû.
Ji hejmara yekem (Kurdistan) bi Tirkî (hişyarîkirin û handana fêrbûna pîşesaziyê) û ji hejmara sêyem dîsa bi Tirkî (handana Kurdan ji bo xwendina zanist û hunerê) wekî slogana wê ya sereke û di bin navê Rojnameyê de slogan çap kir).
Wekî ku eşkere ye, Kurd di piraniya serdeman de, nemaze di serdema ku Bedirxanî tê de dijiyan, (Ola Îslamê) bi tevahî li ser gelê Kurd serdest bûn, ji ber vê yekê ronakbîrên malbata Bedirxan, hunerek din bikaranîn, ew jî handana xelkê bû dakû ayetên Qurana Pîroz bixwînin û fêr bibin.
Her weha, hedîsên û fermûdeyên Pêxemberê Îslamê (Silava Xwedê lisser bin), ku di piraniya hejmarên rojnameya Kurdistan de tê xuyang kirin, di piraniya gotarên sereke yên rojnameyê de bi ayetekê an hedîsek ku wan dest pê kiriye, şaş nebin ku Bedirxaniyan ji bo rojnameya Kurdistanê bedelên giran dane. Di yek ji gotarên sereke yên rojnameyê ya hejmara (8) de, wî gotara xwe bi ayetek ji Qurana Pîroz sernav kiriye Gelê Kurd xwendewar bû û ji bandora olê li ser wan haydar bû, di heman demê de jîrbûna Bedirxaniyan nîşan da, wan dizanibû ku ew dikarin bi hêsanî û zû bi rêya ol, Quran û Hedîsê, û bi rêya zanist, agahdarî û perwerdeyê bikevin dil û hişê gelê Kurd, û bi van dikarin neteweya xwe bidin hezkirin. Her çend dijminên Kurd li çaraliyê cîhanê li bendê bûn ku Bedirxaniyan dev ji armanca xwe berdin jî, ew her ku diçû biryardartir dibûn.
Serdema Hacî Qadirê Koyî
Piştî serdema Ehmedî Xanî û Bedirxaniyan, serdema Hacî Qadirê Koyî dest pê dike, her çend xuya dike ku Hacî Qadir ji hêla Kurdbûn û xebata neteweyî ya Bedirxaniyan ve pir bandor bûye, wekî ku bi vê rastiyê ve tê îspat kirin ku dema Hacî Qadir çû Stenbolê, bi kesayetiyên navdar ên Bedirxaniyan re têkilî danî, û heta dema ku Hacî Qadir mir jî, yek ji helbestên wî di hejmarek rojnameya Kurdistanê de hate weşandin. Wan di pesnê wî de nivîsand: (Zanyar û Zana û zanist û zanistperwere)).
Derbarê qonaxa neteweyî ya Hacî Qadirê Koyî de, ku qonaxek bi tevahî nûjen e, ew hemî bi helbestê bû, lê helbesta dijwar û bêrehm.di derbarê wê qonazê de rewanşad Kemal Mezher dibêje: ((Hacî Qadir bi xwe di warê ronakbîriya Kurdî de diyardeyek bêhempa û serbixwe ye yekem kurde ku daxwaz ji rewşenîbrên neteweya xwe dike ku dest ji (gotinên bê encam) û (qes û tezbîb û haşiye û î`rabê berdin û berê xwe bidfin zanista nû)), ji bo Hacî heyfe ku:
HER KURDE LI BEYNÎ KILLÎ MILLET
BÊ BEHRE LI XWENDIN Û KÎTABAT
Bi qasî ku min şopandiye û xwendiye, ez nafikirim ku tu helbestvan û nivîskarekî Kurd bi qasî Hacî Qadir Koyî ji bûyer û pêşketinên cîhanê yên wê demê haydar bûbe. Wî fikara neteweyî li pêş her fikarek din danî. Ji bo ku Kurdan han bide ku bi huner û pîşesaziyê re mijûl bibin, wî helbestek li ser şerê Japonya-Çînê nivîsandiye. Ew dibêje:
EHÎ JAPON BI FEN Û SENE`T ÇAK
SEYRÎ ÇON ÇÎNÇ GIRT Û KIRDIYE XAK
Bê guman, piştî sê qonaxên ku min behs kirin, ku ez wan wekî destpêka serhildan û destpêkirina neteweperweriya û nasyonalîzma rastîn a Kurdî dibînim, dûr ji meseleya çek û şoreşa bê plan û handana welatên dagîrker, gelek qonaxên din hene, lê ji bo xwendevanê Kurd niha girîng e, bizane ku di serdema Ehmedê Xanî û dûvre Bedirxaniyan û di cih de piştî wan Hacî Qadir Koyî, ku wekî ku dibêjin, tenê baskek bû, lêbelê, ev sê qonax ji bo rewşenbîrên Kurd girîng in ku li ser binivîsin û biaxivin, ji ber ku xurtkirin û nîqaşkirina neteweperweriyê, çandîbûn û zimannasiyê, di van sê qonaxan de dê ji bo Kurdan were nîşandan.
Wergerandin/ Dawûd Çîçek
Xelat
