Xwendin Jiyan e
Nivîskar û Helbestvan: Merwan Berekat
▪Her ku mera pirtûkeke felsefî dixwîne, mera bêhtir jiyan, civak û hin rastiyan dinase. Lewra xwendin jiyan e.
▪Her ku mera helbestên Mileyê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqê Teyran dixwîne, mera bêhtir felsefe, helbestvanî û dewlemendiya zimanê Kurdî hestiyar dinase. Lewra xwenidin jiyan e.
▪Her ku mera pirtûkekê dixwîne, mera tiştine nû fêr dibe û quncikên tarî kêm dibin. Lewra xwendin jiyan e.
▪Her ku mera pirtûkekê dixwîne, mera xwe û derdora xwe bêhtir dinase. Mera kêm dilikume, kêm şaş dibe û bêhtir rêzgirtina xwe digire. Lewra xwendin jiyan e.
▪Her ku mera pir dixwîne, mejî û ramanên mera ji zanîstê tên avdan û helwestên mera. ji çavikên zanînê der dibin. Lewra xwendin jiyan e.
▪Heger tu naxwezî nezin bijî û nezan bimirî, hevaltiya pirtúkan bike û ta li dunyayê bî wê hevaltiyê biparêze. Xwendin jiyan e.
▪Civak, welat û siberoja bi nezanînê ava nabin. Zanîn bingeha serkeftin, pêşketin û xweşjiyanê ye. Kaniya zanistê xwendin e. Lewra xwendin jiyan e.
===================================
Siba 15. 10. 2024an, Pêşengeha Şehîd Herkol li bajarê Qamîşlê deriyên xwe li pêş dildar û hezkiriyên pey û pirtûkan vedike.
Herdu romanên min XENCERA DESTIKZÎVÎ û ÇIYAYÊ RONÎDAR di beşê weşanxaneya Şilêr û Dîwana Wêje de tên dîtin.
Qamîşlê 14. 10. 2014
XELAT
