Trump wê bibe Carter
Nivîskar: Hozan Efrînî
Serokê berêtir ê Amerîkayê Jimmy Carter (James Earl Carter, Jr.) ku bi aştîvanê navneteweyî dihate nasandin, bi taybet piştî ku rêkeftina Îsraîl û Misrê pêkanî û di encamê de bû xwediyê xelata Nobelê. Niha jî Trump jî dixweze wek wî bibe û xelata Nobelê bi dest bixe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ku destpêka ktina rêjîma Sûriye yê Beşar Esed, dest bi rexnekirina siyaseta Baydin kir û gelek car Tawana radestkirina Sûriye ji Erdoxan re dikir stuyê Baydin.
Lê piştî ku Trump bû bi serokê Emerîkayê, vê care pesna serokê Turkiyê Receb Teyîb Erdoxan da û got ez pir jêhez dikim û pir zîrek û jêhatiye ku dikanî Sûriye bixe jêr destê xwe.
Piştî vê yekê, Paşayê Sûidiyeyê Mihemed Bin Selman jî, bi awayekî pir bihêz kete liv û tevgereke bê wêne û xwe ji Trump ve nêzîk kir û xwe kir pira di navbera serokê demkî ya Sûriye Ehmed Şerih û serokê Amerîkayê Dunald Trump û bû sedema lihevkirina Trump û Ehmed Şerih li ser hinek xalên girîng ku girêdayî rewşa ewlehiya Îsraîlê ye.
Îro jî em dibhîsin ku Donald Trump daxwaza çmzekirin û wajokirina rakirina sisayên Amerîkayê li ser Sûriye bi awayekî hetahetayî. Ev yek wê rewşa Sûriye pir baş bike, lê wê rewşa kurdan jî nexweş bike.
Gelo çima wê rewşa Sûriye baş bike û wê rewşa kurdan nebaş bike.? Ji ber ku heya niha tevahiya welatên Erebî û Îslamî piştîvanê Serokê demkî yê Sûriye Ehmed Şerih in. Ev yek rê li ber vejîna pêşketin û serkeftina pêngavên hikûmeta Sûriye ya nû vedike.
Wê Sûriye rola kurdan û Durziuyan û Alewiyan biçûk bike. Wê nirxê ti pêkhatan wek tê xwestin tune be. Bi vê rengî, Ehmed Şerih wê li Waşintonê bi serokhikumeta Îsraîl û serokê Sûriye re civîneke taybet saz bike ku wê wek civîna ku bi serokê Misrê yê berêtir Enwer Sedad re be.
Wek tê zanîn ku rêkeftina aştiyê di sala 26-3-1979`an de di navbera serokê Misrê Enwer Sadad û serokwezîr Îsraîlê Minahîm Bêgin bi amadebûna serokê Amerîkayê wê demê Jimmy Carter (James Earl Carter, Jr.) ku li ser bingeha rêkeftina Kamp Dêvid ya sala 1978`an bû.
Hûn dizanin ku piştî wê rêkeftinê, serokê Amerîkayê Jimmy Carter (James Earl Carter, Jr.) xelata aştiyê bi dest anî, lê serokê Misrê jî xelata xiyanektê ji aliyê welatên Erebî û Îslamî ve bi dest anî û di encamê de, ew kuştin.
Îsraîl gelek jîr û jêhatî ye, wê ti carî ji bo xatrê berjewendiyên kurdan an jî hinek pêkhatan destkeftên mezin li SDûriye ji dest nede. Îsraîl wek çawa Enwer Sedad xapand û ji navbir, wê serokê Sûriye Ehmed Şerih jî bixapîne û jinav bibe. Eger serokê Sûriye haje xwe nebe, wê çarenivîsa wî ji ya Sedad xeraptir bibe. Ew kesên ku niha li hemberî kurdan jê re didin çepikan, wê demê wê wî bi xayîn û kafir bidin nasandin û wê fetweyên jinavbirinê bi dermafî wî de bidin.
Li pirsyareke girîng heye, gelo wê heman sineryo bi serê Trump û Ehmed Şerih dubare bibe an jî wê berevajayê wê sineryoyê be.
Buyerên li pêş me wê rastiya eşkire bikin û wê rastî derkevin hole. Lê mixabin, rewşa kurdan hîn jî ne diyare û em mijûlî şerê D 11 şên e.
1-7-2025
XELAT
