Gelawêj, Pêşenga Wêjeya Jinan

Gelawêj, Pêşenga Wêjeya Jinan

Nivîskar: Pro.Dr. Zahîr Letîf Kerîm

Gelawêj Salih Fetah, hilgira naznava Gelawêj, ji bilî çemkên siyasî û girêdana bi hizrekî siyasî ya diyarkirî, nivîskareka hemdemî ya wêjeya Kurdî ye, belkû bi yek ji pêşngên wêjeya jinan tê hejmartin . Eve jî ku piştî ew fezaya wêjeyî ya Kurdî bo çendîn sedsal ku ji aliyê wêjeya zilaman ve hatibû kontrol kirinê. Bêguman eve sedemên sosyolojî û rewşenbîrî yên xwe heye ku weha kiriye, rola jinan di wêjeya (edebiyata) kurdî de lawaz be.

Gelawêj, di riya wan berheman ku bi hêjmar nêzîkî 27 berhemin û hemû jî xwe di warê çîrok û kurte çîrok û roman û bîreweriyên xwe de dibîne, Gelawêj kariye babetên serdemyane û modern ya civakê berceste bike bi taybetî di rewangehên hizir û siyaset û sosyolojiyê de.

Ev naverok, ku tevahiya wan peyrewa teknîk û hunera nivîsandinê bi cîhanî kirine, tenê amajeyeke lezgîn û li ser piyan nîne belku bi hûrgiliyên wê hewl daye biçe nava pirsgirêkên hilawêstî ku ev demeke zêde asê mabûn ya jî girtî mabûn. Di heman demê de jî û li gor rêbazên fikrî û felsefî bi taybetî rehendên realîzmê hewl daye çareseriyên guncaw ji bo wan pirsgirêkan bibîne. Di vir de Gelawêj gelekî bi reşkawane û bi wêrane xalên lawaz yên civakê û hizra siyasî û sosyolojî destnîşan dike.

Weku siyasetmedarek reftarê digel naverok û babetan nake belku ew wek kesekî xwedî ezmûn û rewşenbîr li pirsgirêkan dinêre. Ji bo ku peyama xwe bide, îfadeyên wê pir rasterast in. ev şêwaz kar hêsaniyên zor li ser tevahiya xelkê çêdike. Loma jî şêwaza nivîsandina wê ji ne zelaliyê û ji mijdomanê dûr e, ji ber ku ev şêwaza ku zêdetir di nav rêbazên sembolîzmî û surrealîzmê de ew  xizmeta fikrî û siyasî û sosyolojî bi naverokên xwe berhemên wê nedikir. Belku stratejiya nivîsandina Gelawêjê ew nebû ku bi peyvan û têgehên rêzimanî bilîze.

Li şûna van, şêwazekî hêsan û derbirînekî sade û zimanekî zelal bikar aniye ku ti valahiyekê dirust neke digel nêrîna xelkê, karekter û kesayetiyên nava çîrok û romanên wê ji çînên cudane û hevrikiya wan curên çînan digel xudan hêz û desthilatên orostukratan, yan bi mebesta zalbûna ev çîna karker û çewsandina bi ser zulm û stemkariya xwedan desthilat de. Eve girêkeke serekî ya bîrkirinên Gelawêjê de ye heta roja îro. Eve jî piştî ku sîstema desthilatdar hertim piştgîrî ji çînên bilind dikirin ew jî ji bo berjewendiyên xwe yên taybet de, lê belê Gelawêj ew maskeya hêza desthilat rakir û dîwarên beton û hişk yên hêzên desthilatdar şikandin. Belgeya wê jî çîroka (Karker – xizmetkar) û (Bûka Atexan) û romana (Dayîk û Kur)e.

Gelawêj her çiqas bandora mamosta Îbrahîm Ehmed li sere jî lê belê digel wê de jî her ji destpêkê ve hewl daye ji bo xwe kesayetiyekî wêjeyî bi xwe ve misoger bike.

Ji bo vê yekê jî mîna her nivîskarek û rewşenbîrekî serketî pêwendî bi cîhana wêjeyî ya derve re têkilî danî û nivîsên Tewfîq Al-Hekîm û Maksîm Gorkî piştre bandor li şêwaza vegotin û naveroka derbirînên wê kiriye. Bandora wê jî di warê wêjeyî de bi hûrgilî kirdarkî guncawe û hemû nivîskar û helbestvan ji wan bandoran bê par nemane.

Bi berovajî eger her wêjevanek an jî nivîskarek ji edebiyata xwe wêdetir dernekeve derve, bêgoman ew wêje û ew nivîskar wê berev têkçûnê biçe û bi vî awayî nûbûn çênabin. Gelawêj gelekî bi baldarî muamele li gel wêjeya cîhanî ya derve kiriye û ji pîvanên wêjeya cudahîî destnîşan kiriye û nedaye aliyekî. Vê yekê jî weha kiriye ku xwedî deng û kesayetiya nivîsîna xwe be û ji nivîskarên dinê cuda be. Yan wêneyekî dubare nebe ji bo ewên din. Di nivîsîn û berhemên xwe de bi temamî ji hizrekî siyasî ya diyarkirî xwe dûr xistiye. Belku mebesta wê ewe ku destê xwe deyne ser êş û birîn û pirsgirêk û mijarên ku pêwendî bi gotara xak û nîştiman û netewî ve hebe.

Bi arasteyekî cudatir, bîrokeya karkirinê kurdane ye bi bê îdolojiyeke diyarkirî be, diyare Gelawêj ew hest li cem çêbûye ku nivîskarê girêdayî hindek car giriftên fikrî li cem dirust dibe û weku pêwîstiyekî babetiyane nikare nameyên xwe bighîne yan jî nikare di bin govaşan îdolojîk de berhemên xwe binivîsîne. Di vir de Gelawêj têgeha azadîbûnê dike kevirê bingehîn ya derbirînên xwe yên babetî ku eve jî bêgoman hêz û qebareya kesayetî û dahênanên wê girantir û ciwantir dike. Lêkolîn li ber berhemên Gelawêj, ji aliyê rexnegiran û ekademîstan ve, pêwîstiyekî hunerî û rewşenbîrî û wêjeyî û fîkriye, dewlemendkirina malpera Gelawêj dikeve stûyê hemû rewşenbîran û rexnegir û ekademîstan.

 

Ji Soranî bo Kurmancî: Dawûd Çîçek

XELAT