Carekê ez mêvanê Wanê bûm

Carekê ez mêvanê Wanê bûm

Nivîs: Konê Reş

Carekê mamoste Ali Gurdilî ev pirs ji min kir: Niha qasî ku ez dibînim û têdigihêjimê, haya gelek xort û keçên me ji çand û dîroka kurdan tune. Ji kerema xwe, tu dikarî bo xwendina wan çend berheman pêşniyaz bikî? Yanî hem ji bo pêşketina zimanê xweyî kurdî û hem jî bo zanîna çand û dîroka xwe?

Min wiha bersiv da: Di serê tevan de ez Kovara Hawar û Ronahî, yên Mîr Celadet Bedirxan û rojnameya Roja Nû û Stêr yên Mîr Dr. Kamîran Bedirxan pêşniyaz dikim. Ji ber ku yê van bixwîne, wê Mîr Celadet û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û yên mayî ji nêzîk ve nas bike. Û Ferhenga Kurdî û Folklora Kurdî yên Seydayê Cegerxwîn.

Lê xwezî hina Ferhenga Seydayê Cegerxwîn ji tîpên Erebî biguhezta ser tîpên latînî da ku kurdên me li bakur karîbûna bixwînin..  Ev ferhenga Seyda, ne ferheng tenê ye, erê navê wê Ferheng e, lê ew dîrok e, erdnîgariye, zimanzaniye.

Wêne: carekê ez mêvanê Wanê bûm.

 

XELAT