Kurdbûn Navnîşana Rûmetêye
Nivîskar: Dilbirînê Deşta Mûşê
Bêşek û guman Xwedê Te'ala wek her miletî me miletê kurd jî ji tunebûnê anîye hebûnê. Herweha Xwedê hebûna reng û zimanê me miletê kurd jî wek ê her miletî ji Ayatên Xwe bi nav kirî ye:
- Sûreyê Rûm Ayat 22
وَمِنْ اٰيَاتِهٖ خَلْقُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَاخْتِلَافُ اَلْسِنَتِكُمْ وَاَلْوَانِكُمْؕ اِنَّ فٖي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِلْعَالِمٖينَ
"Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ne ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene".
- Sûreyê Hûcûrat Ayat 13
يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ ذَكَرٍ وَاُنْثٰى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوباً وَقَـبَٓائِلَ لِتَعَارَفُواؕ اِنَّ اَكْرَمَكُمْ عِنْدَ اللّٰهِ اَتْقٰيكُمْؕ اِنَّ اللّٰهَ عَلٖيمٌ خَبٖيرٌ ﴿١٣﴾
Li gorî van Ayatên Xwedê kî emr û fermana Xwedê qebûl neke. Ayatên Xwedê mandele dike, lewra ku "ew dibe kafir".
Xwedê jê razî be li ser vê mijarê Şêxê me rehmetîyê Şêx Evdilmelîk Firat efendî jî di Tv ya tirk de axavtineke dîrokî kiri bû:
"Çima qê teyrên ku li vî welatî dijîn hemî ligligin, hemî dar jî sipîndarin, da ku ez jî bibim tirk?"
Ji ber ku Xwedê Te'ala me kurd afirandîye:
- Lewma ku tu sûc û gunehên me Kurdan tuneye. Herweha çawa ku em nikarin tu miletî ji ber qewmîyeta wî sûcdar bikin, wisa mafê tu kesî jî tune ku me miletê Kurd ji ber Kurdbûna me sûcdar bike. Beşek û guman me serî ji emrê Xwedê re tewandîye û em emr û fermana Xwedê qebûl dikin û ji ber ziman û rengê kesî tu kesî sûcdar nakin.
Vêca ên ku ji ber kurd bûna me, me miletê mezlûm sûcdar dikin:
- Eger ku wisa xwedî hêzin, divê ew vî hesabî ji wî "Xaliqê ku xulqîyeta me kurdan kirîye bipirsin!" Lê ev jî ne pêkane û ne hedê tu kesî ye jî. Divê rind were zanîn ku tekez di Dadgeha Kubra de 'edaleta Xwedê cîyê xwe dibîne û wek Resûlê Xwedê gotî ye: "Xwedê ayê bizina kol ji a bi qoç re nahêle"...
- Bêşek û guman wê rojê dê merivên sitemkar tev zirarê bikin û bibin ji miflizan.
- Gelo mifliz kî ne?
Hedîsa Qutsî: Mifliz ew kesin ên ku li mezlûman zilmê dikin heqê wan dixun. Di Dadgeha Kubra de Xwedê heqê mezlûman ji wan distîne, dide mezlûman. Di Mêzînê de xêr ji wan ra namîne, bi tenê gunehên wan dimîne. A mifliz ew kesin. Vêca wê rojê delîl halê mifliza ye. Herweha kêf kêfa mezlûma ye.
Elî Çeven ji Ayatên Xwedê axivî
Serokê Şopa Kurd Ali Çeven çima ji Ayata Xwedê axivî û got: "Ez ne tirk im, Xwedê min kurd afirandîye, lewma ku ez kurd im". Lê îşkence kirin serî û guh lê pelixandin û paşê avêtin zîndanê. Heta niha eva çend carin wî mezlûmê Kurd digrin binçavan û eva du carin davêjin zîndanê.
Divê rind were zanîn ew copên ku li canê Elî Çeven ê mezlûm ketine, ew li can û bedena her kurdekî xweyî îman û xîret ketîye û me êş û jana birayê xwe yê Elî li dil û cîgerên xwe jî hîs kirî ye.
Çawa ku Xwedê we Tirk afirandîye, wisa me jî Kurd xuliqandîye:
- Ma sûcê me çiye? Hûn ji ber Kurdbûna me li Kurdên mezlûm û mexdûr zilmê dikin? Ma vê zilma we ya bêserûber heta kengê?
Ji ber ku Xwedê Te'ala me kurd afirandîye
Bi îzn û qeweta Xwedê emê daîmen û ebeden kurd bimînin. Divê rind were zanîn ku ji xêncî Xwedê tu kes nikare me biguherîne.
Li Tirkîyeyê herî hindik 35 - 40 mîlyon Kurd hene, eva sed salin ku dixwazin hemî Kurdan bikin tirk. Heta niha ji xêncî koletîyê û mandele kirina Miletê Kurd polîtîka heşifandin û tunekirinê nehatîye guhertin.
Kurdbûn navnîşana rûmetê ye
Îsbat kirina Xwedê û Ayatê ye
Zikir kirina Rebbê kaînatê ye
Em kurd benî û bendeyên Rebbê xwe ne, ne kole û evdên tu kesî ne.
"Em kurd hatine vê dinyayê"
Emê heta roja piştdawî jî Kurd bimînin.
''Em kurdin, serbilindin"
Mêrxas û egîd û merdin
Aştîxazin ne şerxwazin
Ne Tirkin, ne 'Erebin, ne jî Farisin
Lewma ku em ji xêncî Xudayê xwe ji tu kesî ra serî natewînin.
Li alîyekî Dewlet behsa pêvajoya çareserîyê dike! Li alîyekî jî mezlûmên kurd tên binçavkirin û îşkence kirin.
- Eva çi nakokî ye?
Eger ku heqîqeten Dewlet dixwaze pêvajoyeke nû destpê bike: Bila dewlet di serî de qarantîyê bide Miletê Kurd û pêşî li van provokasyonan werbigire, da ku em jî bawer bikin û ji pêvajoyê re bibin alîkar.
Ji #ElîÇeven re azadî...
#AliÇeven'e özgürlük...
Ya Rebbî me heqê xwe mezlûman hewalê Zatê Te yê Zulcelal kirî ye...
Tu heqê me miletê mezlûm heq bikî...
Amîn Ellahum Amîn...
01.11.2024
XELAT