EFLATON Û KEVOKA AŞTIYÊ
Nivîskar: Ferho Ferho
Eflaton dibêje: "kevoka astiyê ji kesê birçî re rêneke, ji ber ew dê wê kevokê bixwe". ji ber kesê birçî naxwaze hisa tiştekî bike, ji ber qurequra zikê wî dibe sînor di navbera dengê wî û yê ji derve, ew deng dibe asteng li pêşiya wî. Zikê birçî nikare bihizire, nikare biaxive, êşa birçîbûnê pir zor e, ev xal dibe navenda hemû pirsgirêkan û eger çarenûsek jê re peyda nebe, ew dê şaxên xwe gav bi gav berde di nav hemû qûnaxên jiyana welat de, çi civakî be, çi siyasî û abûrî be... hwd.
Ernest Himingiwayê dibêje: " eger sih hezar gunhkar û diz li bajaran hene û çarenûsa wan girtîgih be, ev nabe çarenûs ".
Çarenûsa rast ew e dema sîstemeke abûriya hevseng were avakirin ku hemû beşê jiyanê di wê civakê de wekhev bijîn, û her yek derfetek jê re were cuda kirin, ji ber bi girtina dizan çareserî çênabe, ji ber bi melyonan kesên birçî hene, eger derfetên kar ji wan re venebin, ew hemû dê bibin diz û gunihkar.
Kesê birçî nikare û di heman demê de naxwaze li bedewbûna tilûr û firindeyan binere, ji ber ew tiştekî nabîne ku bixwe. Derî û pencerên bîrdoziyê li pêşiya kesê xizan tê girtin, Beriya mirov ji gel û ji mirovan re dabaşa bilindbûna sincên binirix bike, divê mirov dengê êşa zikên wan bike, û wan têr bike, rûmet û wijdanê wan li wan vegerîne, hingî tenê dê li dengê hiş û bîrdoziyê guhdar bikin, hingî dê bibin neştîcihên netewiyên rast bi hemû hest û giyanên xwe. ji ber kesê birçî ne azad e, ew koleyê hizira birçîbûnê ye, ew di girtîgeheke berfireh de ye.
Ew kêşe mîna nexweşiya penceşêrê bêdeng di damarên gewde û laş de digere ta astekê derman bêsûd dimîne, gewdeyê welat bi tevahî di nav êşê de dinixumîne, di wê demê de lez û bez sûdê nade êdî ew gewda ber bi vemirandinê ve diçe, ne hêz dimîne, ne pencer û deriyên vekirî dimînin, û di encamê de konê taristaniyê dê li ser welat were vedan û gorna wê dê amade be.
Lê belê dermanê saxlemkirina wî gewdeyî, sîstemeke azad e ku hemû besên civakê wekhev bin û perwerdeyeke guncaw û abûriyeke durist ku nestîcih tê de bi rûmeta xwe bihese gerek e, hingî hestê netewî li gel mirov dê di radeya herî bilind de be û jîngeha civakê jî bi awayekî tirazonkirî dê bimeşe û birînên civakê dê werin kewîkirin û dermankirin.
XELAT
