ZIMAN: BAREKÎ GIRAN LI SER MILÊ KURDAN!

ZIMAN: BAREKÎ GIRAN LI SER MILÊ KURDAN!

Nivîskar û Helbestvan: Shahîn Bekir Soreklî

Wek milletekî ku dewleteke xwe ya serbixwe tune, di nav Kurdan de xebateke ber bi çav ji bo vejandina Kurmanciya nivîskî hatiye kirin. Ya rast, bi saya nivîskarên sedsala 20emîn û 21emîn Kumanciya bi tîpên latînî dihêt nivîsandin hat vejnadin. Lê ev têrê nake. Da ku ev ziman bi babetê xwe yê nivîsandinê berfireh bibe û derfeta xwendinê di nav nifşên nû de zindî bimîne û pêş ve biçe şoreşeke fêrkirin û fêrbûna wê divêt.

Kirina gazincan (gazindan) û domandina riswakirina hukûmetan ji bo ranana gavên erênî û zû têrê nakin. Divêt Kurd bi xwe xwe bilivînin û bi kirinê, ne bi gotinê, Kurmanciya nivîskî pêş ve bixin. Di vê gotarê de, dê bi hatina Roja Zimanê Makî re (2021), çend  pêşniyazîyên derbarê Kurmancî de bi kurtî ragihînim:

1: Li bajarên ewropayî yên ji 10 000 kurdîziman bêtir lê dijîn xwendegehên ‘kurdî” dikarin werin birêxistin. Xwendegeheke weha divêt ligor qanûn û sîstêma welêt be û “mînhaca” xwe (curriculum) wek yên welêt be, lê tê de Kurmancî xwedî grîngî be. Berpirsên pêdagojî û birêvebirên xwenegehê divêt ji wî welatî bin û bi mûçe bin. Xwendegehên weha li hinek welatan bo Cihûyan, E’reban, Ermeniyan û xwedî-zimanên din hene, li Australya bo nimûne. Dewlet şert û mercan datîne û budceyeke salane ji wan re terxan dike, çimkî xwendekarên wan naçin xwendegehên dewletê. Yanê dewlet jî jê qezencê dike. Bi ser vê budceyê de xwendegeh perean ji bav-û-dayên xwendekaran jî digire. Dewlemendên Kurdan, ger sermiyanekî bo xwendegeheke weha bi kar wînin, dikarin qezenca aborî jî bi dest xin. Lê li vir berpirsiyarîyeke mezin li ser milê Kurdan e jî. Yên rewşa wan ya aborî ne xirab e divêt zaroyên xwe rêbikin van xwendegehên prîvat.

2: Li başûrê Kurdistanê divabû hukûmeta herêma Kurdistan ji mêj ve xwqendegeh bo zarokên penaberên ji rojava vekirana. Hîn jî dikare veke, lê meraq û niyet û daxwaz divên. Bila “menhec” heman “menheca” xwendegehên li başûr be, lê li vir jî granî bo Kurmancî hebe.

3: Li Rojava, divêt “menhec” yan wek ya sûrî be (ji bilî naveroka siyasî) yan ya dewleteke rojavayî be, da ku zaro bikaribin li dû lîseyê têkevin zanîngehan û kar bi dest xin. Li milê din, divêt “menhec” bi tevahî bo perwerdeyê be û bi tevahî ji her babetê propagandayê û mêjîşuştinê vala be.

4: Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê divêt hewldan bihên kirin ku bi berpirsên dezgehên perwerdeyê, zanîngehan û hukûmetê re guft-û-go dest pê bikin. Ger fermîkirina Kurmancî û zazakî (ligor herêman) a nuha ne mumkin be jî, xwendegehên rojên şemê û êvaran ji bo fêrkirina zimên dikarin dest pê bikin. Lê daxwaza van xwendegehan, heta birêxistina wan jî, dê bi ser nekevin ger Kurd û zaroyên wan neçin fêrbûnê. Em nikarin ji dewletê bipên ku fêrbûna Kurdî îcabarî bike!

Xwendegehên weha, pirrdemî bin yan beşdemî, nikarin serkevtî bin, ger “menhecên” ligor demê, mamosteyên ligor demê û pirtûk û metodên pêdagojî yên ligor demê tunebin. Lewma amadekirina wan divêt; yanê perwerdekirina mamosteyan divêt, nivîsandina bernameyan divêt, danîna menhecan divêt, amadekirina pirtûkên bedew û balkêş divêt … Gelo Kurdan derfeteke weha hebêt? Yan gelo vê jî ji dewletan dipê ne? Ev mijareke bêhûde kûr û berfireh e, jê re pere, pisporên xwedî pîşe û zanîna akadêmî divên. Ger menhec û pirtûk û mamosteyên qenc û kalîteberz nebin “teşwîqkirinna” zarokan jî dê ne hêsan be.

Nema tiştekî mentiqî ye ku em her tiştê xwe bi niştimanperwerîyê ve girê bidin. Heye ku çend kes dikarin weha bikin, lê ne her kes. Dem û dewran hatine guhertin û guhertin dê bidomîne. Ger Kurd bi xwe dest pê nekin zimanê xwe ber bi vejandina di nav nifşên nû de badin, bi derbasbûna demê re ranana gavan dê dijwartir bibe û zarokên Kurdên li derve dê bi derbasbûna demê re ji dest biçin, heye ku jimareke bilind ji yên li welêt jî. Ev mijar ji bo hinek komên din hêsantir bûye, çimkî perestgehên wan, kilîseyên wan, mizgeftên wan di mijarên weha de xwedî rolên mezin bûne, lê bo Kurdan kilîse û perestgeh û mizgeftên bi van rolan rabin nînin, ne jî dewleteke wan ya serbixwe û dewlemend heye ku pereyên avakirina xwendegehan li derve bidin.

Hinek iddî’a dikine ku li Ewropayê “2 milyon” Kurd hene. Ger weha be û ger zimanê wan bo wan û zaroyên wan grîng be, de fermo! Lê grîngî ji bo welêt zêdetir e. Ger Kurd bi xwe xwe nelivînin û rêyeke pêşvexistina zimên li alîyekî, û bizava berbendkirina pêşkevtinê li alîyê din, nebînin, wê demê bi kêmasî nîvê tawanê dikeve ser milên wan! Berê jî nîvê tawanê di stuyê wan de ye, bi dîtina min!

Li dawiyê spasdariya xwe ji hemî kesên bo zimanê me kedxwar re pêşkêş dikim. Hinek kesên me ji ber rewşa zimanê me tê de, bi taybetî li bakur, gellekî xemxwar in. Ji xwendevanan hêvîdar im piştgiriyê li wan bikin, li kampanyayên bo Zimanê Kurdî di rê de bo nimûne.

XELAT