Hesamê Axê û Lelîxan
Nivîskar: Ayhan Erkmen
Çîroka Hesamê Axê û Lelîxanê çîroka evîn û bext e. Çend şaxên çîrokê hene, hema di her şaxekê de ya/ê ku bebextiyê dike cûda ye.
Di şaxa ku Mela Mehmûdê Bazîdî berhevkiriye de; yê ku bêbextiyê dike Çeleng Axayê birayê Hesam e. Dema ku Çeleng Axa ji herêma Memiran diçe herêma Mîran û Lelîxanê ji birayê xwe re bixweze dibîne ku Lelîxan pir bedew e. Pîrekê hîn dike dibêje “Here, Hesam bixapîne, bibêje, ma qet keçik tune bûn ku tu Lelîxanê dixwazî. Lelîxan bêd e, şevekorî ye, bêhn ji devê wê tê, xulase çi eybê dinyayê hene hema ser rûyê Lelîxanê ne. Ji birayê xwe re bêje ez naxwazim, birayê te pir razî be bila wê gemarê, ji xwe re bixwaze”
Hesam bi bîhîstinê dixape. Xwedêgiravî bira jî dibêje “De me carekê qala wê kiriye, keça mîrekî ye, em nikarin bêjin, em naxwazin, ji bo eyb nebe, ez ê ji xwe re bînim.”
Roja bûkê siwar dikin û xwe digihînin deşta Dûbanê, bayek radibe û xêliya ser rûyê Lelîxanê radibe. Dema ku çavê Hesam bedewiya Lelîxanê dikeve, ji ber bedewiyê ji xwe ve diçe. Dema tê ser hişê xwe, tê derdixe ku lîstik anîne serê wî, li wî erdî tobe dike, serê xwe hildide û diçe. Ji ser vê yekê Lelîxan jî jehrê dixwe û xwe dikuje.
***
Di şaxa ku ji Kopa Mûşê, Zahîda Hesretê ji min re got de ya ku bêbextiyê dike dêmara Hesam e. Dêmar Lelîxanê li ber çavê Hesamê Axê reş dike ku ji bo ji Husikê Keçelê kurê xwe re bixwaze.
Li gor gotina Dayika Zahîde; diya Hesam dimire, bavê wî cara duduyan dizewice û ji dêmarê re jî kurikek dibe, navê wî dikin Husik. Ji ber ku Husik keçel û bêd e, navê keçelbûnê wisa ser dimîne, lê Hesam jî bi ewqasî bedew bûye. Hesam dibînê ku li Goveyê keçikeke bi navê Lelîxanê heye û yên ku behs dikin dibêjin, “Çavkil hene, bisktêl hene, enîgever hene, bejnzirav hene lê dirûvê Lelîxana Goveyê me bedew nedîtine.”…
XELAT/ Rûpela Ayhan Erkman