Dims û Rûn û Ferha

Dims û Rûn û Ferha
Nivîskar û Helbestvan: Dilşa Yûsûf
Her sal derengê payizê, bi zêdebûna sermayê re xwarina dims û rûnê germkirî tê bîra min. Ez carek, yan du caran duxum û bi hizir û bîra xwe diçim demên zarotiyê.
Dims û rûnê germkirî bi nanê tenûrê re, xwarineke gelek sade û hêsan e, lê gelek bi tam û xweşe.
Ji bo min xwarina dims û rûnê germkirî ne tenê xwarine, ku hinavê min germ û têr dike, belko di hiş û bîra min de, cihekî vê xwarinê yê taybet heye.
Gelekê caran di dema hejariyê de me wek xwarineke serekî jî xwariye.
Lê rojekê ji rojan çîroka min bi dims û rûn ê germkirî re hat guherandin. Êdî bû wek pêwendiyeke eşqê, wek xwarineke pîroz.
Ez gelek biçûk bûm, min polê sisyan dixwend. Ji ber ku dibistan li gundê min (Çetelê) nebû ez her roj heta pola şeşan bi pê diçûm dibistana gundê Qermanê ku derdora dû kîlomitran ji gundê min dûr bû.
Rojeke serê zivistanê bû, Lehiyek mezin rabû û kopriya di nava her dû gundan de herifand, êdî hatûçûn û rê û rêwanî hatin birîn.
Birêveberiya dibistanê ji şagirtên gundê Qermanê xwest ku her yek ji wan şagirtekî/ê ji gundê Çetelê bibe mala xwe heta rewş asayî dibe.
Yekser hevala min ku li kêleka min rûdinişt û me gelek ji hev hezdikir, navê wê Ferha bû, got ez dixwazim Dilşa bê mala me.
Hestekî xweş û tevlî saw û şermê min girt. Cara yekemîn bû ku ezê bêyî dê û bavê xwe biçim maleke biyanî, û belkî ez li cem wan bi şev jî bimînim û li wir xewbikim.
Ez ketim taswasan, lê hestê ku ezê herim mala hevala xwe, pir xweş û taybet bû.
Ez û hevala xwe Ferha em çawa gihaştin mala wan, malbata wê bi germî pêşewaziya min kirin, û bi lez û bez xwarin ji me re danîn. Nanê tenûrî û dims û rûnê germkirî. Ez çend bêjim, ez nikarim pesnê tama xweş ya wê xwarinê bidim. Rûnê qijilandî ku dims di nav de diqijile, wek gezo lê tê. Wek Eksîrê lê tê.
Lê jiyana me ne wek dims û rûnê germkirî xweş bû. Piştî çend salan dema ez gihaştim polê şeşan, êdî di nava polê xwe de ku zêdetirî 30 kurikan hebûn, ez tenê keç mabûm. Ferha û çend keçên ku hebûn nema hatin dibistanê.
Ez gelek li dinyayê geriyam û min gundê xwe û hevalên zarotiya xwe li dûv xwe hiştin. Niha li cemserê bakurê dinayayê yê herî sar bi cih bûme. Lê hîna çavên min li Ferha digerin, û hizr û hinavê min, bi dims û rûnê wê yê efsûnawî germdibe.
XELAT