Sala 2024`an wek ya 2023`an nabe
Nivîskar: Hozan Efrînî
Di sala 2023`an de, her kes daxwaz kir ku sala 2023`an bibe sala aramî û aştî û pêkvejiyan, lê mixabin we nebû, bi berevajî wê yekê, dest bi kiryarên xeraptir û metirsîdartir bû. Aloziya navneteweyî berferehtir bû. Jiyana xelkên navçe û xelkên cîhanê aloztir bû.
Lê em di vê salê de jî, dibînin û dibhîsin ku her kes daxwaza wê yekê dikin ku ev sal ji sala berê baştir bibe. Lê di rastiyê de, ev sal wê bibe saleke pir li ceng û pevçûn û ne aramî, dûr li aştî û dûr li lihevkirinan be. Di vê sala 2024`an de, wê rewşa aboriya herêmî û cîhanî nelihev be, wê rewşa peywendiyên nevxweyî yên welatên Rojhilata Navîn bi yekcarî nelihev û wê aloz bin. Wê alozî di her derê keve. Wê nelihevî têkeve hemû biwarekî jiyana gelan.
Wê dijwarî û alozî û nelihevî di asteke gelek bilind de bê jiyankirin.
Wê demê rewşa Filestînê û bi taybet a kerta Xezayê wê ber bi berjewendiyên Îsraîlê ve biçe, wê welatên wek Yemen û Sûdan ber bi nakokiyên metirsîdartir ve biçin.
Wê rewşa Ereban pir xerap bibe, Lê Wê welatên kendavê xwe ji xişim û bêtaran biparêzin û wê xwe nekin nav alavên aloziyên welatên din ên Erebî. Ji ber ku ew baş dizanin, eger xwe wiha neparêzin, wê sira wan jî were û wê ji hundir ve bêne hilweşandin.
Ewropa jî, wê ber bi bihakirina jiyana rojane ve biçe, wê aloziya aborî pêş bikeve, wê hewil bidin ku koçberên welatên wek Sûriye û Êraq û hinek welatên din ên Rojhilata Navîn ji nav xwe derbikin û bi biryarên rewa radestî welatên wan bikin.
Welatên Ewropî di rewşeke nelibar de dijîn, bi taybet aloziya ku di navbera Rûsiya û Ukraniyayê de ew bê hêz xistin, ziyaneke gelek mezin gihande wan. Rûsiya dixwezê bi riya Tirkiyê fişarên xwe ên aborî û bi taybet mijara xazê li ser Ewropayê bisepîne. Ewropa jî wê yekê dizanin û dixwezin xwe jê dûr bigrin, lê niha dem bi ser wê de çû. Êdî ewna jî bûn beşek ji wê aloziya herdu welatan.
Her rewşa herdu Koriyan jî neliheve, wê dest bi aloziyên xwe bikin, wê bibe rojevek ji bo ku rewşa asyaya navîn jî germe û gerim bibe û wê bandora xwe li ser Çîn û Hinistanê û Pakistanê jî hebe.
Tê wê wateyê wê di sala 2024`an de, piraniya welatên cîhanê têkevin nava alozî û pevçûnan de.
Her weha Neteweyên Yekbuyî jî wê hêdî hêdî dest ji karên xizmetkirina penaberên Sûrî û koçberên Êraqî berde. Ji niha ve UNê amadekariyên xwe kiriye tako hêdî hêdî dest ji penaberên Sûrî yên li Êraq,Herêma Kurdistan, Tirkiye, Lubnan û Urdinê berde û penaberên Ukranî û ên Filestînî û ên Sudanî li xwe digre.
Li vir wê penexwazên Sûrî û di nav de, ên Kurd ziyanmend bin, wê bikevin ber barekî bê wêne, ji ber ku hejmareke mezin ji kurdên Rojavayê Kurdistanê ketine ber şepola penaxweziyê li van welatên ku me li jor amaje pêkirî.
Wê rewşa Êraqê jî ji ên welatên din ên Erebî baştir nebe. Ji ber ku hîn di nava partiyên xwedî hêz û gel de, alozî û nelihevî dirêjpêdere. Derxistina serokê parlemana Êraqê Mihemed Helbûsî jî, wiha bi asanî derbas nabe, xelkên Sune jî, wê yekê dizanin, her weha di nava mala Şî`ayan de jî alozî û nelihevî berferewane, her weha li Herêma Kurdistanê jî aloziya aborî pir pêş dikeve, ev yek wê hikumeta Herêma Kurdistanê ber bi lawazbûnê ve bibe û bi taybet di warê zanist û perwerde û xwendinê de. Ji ber ku bi sedema nebûna mûçeya mamosteyan, nîvê salê derbas bû, hîn jî dibistan nehatin vekirin û bi vê rengî paşeroja xwendekaran ber bi rewşeke ne diyar ve diçe û wê civaka kurdî têk bibe.
Li Sûriye jî, wê hewil bidin ku desthilata rêjîma Sûrî berferehtir bikin û rewatir bikin. Wê opozisyonê û hikumetê ber bi hev bînin û wê bikin kerta fişarê li ser Rêvebiriya Xweser a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Lê ew yek wê nebe astengî li pêş pêşveçûna peywendiyên Amerîka û welatên cîhanê û gelê kurd, wê rastiya rewabûna doza kurd hem li Rojava û hem li başûrê Kurdistanê bête parastin wek destkeftek ji bo gelê kurd. Lê wê alozî jî dijwartir bibin û gelê kurd wê zehmetiya sala 2024`an jî bikşîne.
Ji ber wê jî, wê sala 2024`an wek a 2023`an nebe û wê her dijwartir be.
XELAT