KITÊBXANEYA ÎSKENDERYAYÊ

KITÊBXANEYA ÎSKENDERYAYÊ

Nivîskar: Firat Cewerî

 

Kitêbxaneya Îskenderyayê mezintirîn kitêbxaneya dema antîkê bû. Ji gelek aliyên dinyayê kitêb diçûn Îskenderyayê û ji bo jiberzêdekirina wan nivîskaran bi destxetên spehî ew kitêb li ser papîrusan dinivîsandin û bi wî awayî her ku diçû kitêbxane mezintir dibû û ji hemû ilm û marîfetên dinyayê re mazûbantî dikir. Lê ew kitêbxaneya navdar gelek caran hatiye hilweşandin û dîsa ji nû ve hatiye avakirin. Cara pêşî di dema Cesar de, (47 salan berî Îsa) kitêbxane hate şewitandin. Bermayên kitêbxaneyê heta 500 salî man, lê 400 sal piştî Îsa, fundamentalîstên xiristiyanan ew bermayî jî ji bin ve hilweşandin.

Bi qasî ku ew kitêbxane hêlîna ilm û zanînê bû, ew ewçend jî di çavên dîn û desthilatdariyên cihê de navenda tirs û tehdîdê bû. Kitêbxaneya Îskenderyayê, bi maneya kitêbxaneyên welatên demokratîk her celeb kitêb, kitêbên li ser her mijarê tê de hebûn. Lê wan kitêban cih li hin dîn û desthilatdariyan teng dikir, loma wan nedixwest ew celebên kitêban belav bibin, xelk wan bixwînin û bikaribin bi xwe bifikirin û bi xwe bibin xwediyên nêrîn an felsefeyekê.

Gelek nivîskarên antîkê di derbarê kitêbxaneya Îskenderyayê de bi awayên cihê nivîsandine. Di hin çavkaniyan de tê gotin ku Julius Caesar ne bi zanebûn agir bi kitêbxaneyê xistiye û bi hezaran kovikên kitêban şewitandine. Lê di çavkaniyên nivîskî de tê gotin ku di salên 48an yên berî Îsa de di navbera Cleopatra û birayê wê de şerekî dest pê kiribû û hingî Julius Caesar tê alîkariya Cleopatrayê. Ji bo ku Julius Caesar cih li dijminê Cleopatrayê teng bike, êgir bi keştiya misiriyan dixe. Gava agir bi keştiyê dikeve, alaviyên êgir dipengizin qesir û qonaxên nêzîk û ji wir jî xwe digihîne kitêbxaneyê. Kitêbxane dikeve ber alaviyên êgir û ew xezîneya mêjiyê mirovatiyê dibe xwelî.

Kitêbxaneya Îskenderyayê di pêvajoya demê de dîsa tê avakirin û dîsa ji her çar aliyên dinyayê û ji demên cihê bi hezaran kovikên kitêban li xwe dicivîne. Li gora hin çavkaniyan ew vê carê dikeve ber xezeba ereban. Gava di sedsala 6an de ereb Misirê dagir dikin, xelîfe qasidan dişîne ser kitêbxaneyê û dibêje binere ka bê çi tiştên ku di Quranê de nînin di wê kitêbxaneyê de hene?

Qasid tavilê xeberê digihîne xelîfe, dibêje ji xwe hemû tişt di Quranê de heye û hebûna kitêbxaneyê bêmane ye. Loma, bi biryara xelîfe, dest bi wêrankirina kitêbxaneyê tê kirin. Tê gotin ku şeş mehan hemamên Îskenderyayê bi kitêbên (papyrus) hatine germkirin û bi wê yekê dawî li dîroka mirovahiyê ya nivîskî hatiye.

Ev tiştên ku di çavkaniyên nivîskî de li ser Kitêbxaneya Îskenderyayê hatine gotin rast in an ne rast in, propogandayên dîn û desthilatdariyan ên li dijî hev in, an na, em pê nizanin. Tiştê em dizanin û rastî ye ew e ku kitêbxaneya Îskenderyayê di dema xwe de dewlemendtirîn kitêbxaneya dinyayê ya dema xwe bûye. Di pêvajoya dîrokê de hatibe şewitandin û wêrankirin jî, dîsa ji nû ve hatiye avakirin û wek berê kitêban li xwe dicivîne.

Di destpêka salên 2000î de, bi înîsîyatîfa wergêrê alman Klaus-Jürgen Liedtke û Enstîtuya swêdî ya li Îskenderyayê, ji bo em şaîrê swêdî Gunnar Ekelöf wergerînin heft zimanan, em temsîlkarên heft zimanan li Îskenderyayê civiyan. Em ji aliyekî ketin cîhana vî şaîrê swêdî ku bi xwe gelekî di bin tesîra felsefe û mîstîsîzma roavayî de bû, ji aliyê din ve jî em bi xwe li Kahîre û Îskenderyayê bi dû şopa Antîkê ketin. Piştî seredana cih û deverên Fîrewnan û muzexaneyên bermayên wan, me riya xwe bi Kîtêbxaneya Îskenderyayê xist. Ez bi xwe bi hazirî bûm. Gava ez bi heft wergêrên dinyayê û bi hemêzek kitêbên kurdî ketim hundirê Kitêbxaneya Îskenderyayê, hiseke xweş li ba min peyda bû. Berpirsiyarê Kitêbxaneyê bi dostane kitêb ji destên min girtin û ji dil spasiya min kir. Ez nizanim ka di dema kevin de kitêbên kurdî di nav wan kovikên papîrus de hebûn an na, lê ez zanim niha kitêbên kurdî jî li Kitêbxaneya Îskenderyayê hene. Heke rojekê riya we bi Îskenderyayê bikeve, ji kerema xwe re derbasî Kitêbxaneyê bibin û di hundirê wê avahiya bi heybet de rûpelên kurdî di ser hev re biqulipînin…

XELAT