Têlbenda malê û dîwarê nîştiman… li Kerkûkê

Têlbenda malê û dîwarê nîştiman… li Kerkûkê

Nivîs: Stran Ebdulah

 

Artêşa Êraqê di êrişa xwe ya li dijî taxa Newroz a Kerkûkê çi dixwaze?

Ez dibêjim xwazyarê çiye û nabêjim ew çi dixwaze. Tişta ku bi awayekî aşkire dixwaze carek din dest danîna ser navçeyekê ye ku xelkê wê ji dema xistina pût di sala 2003`an li wê navçeyê dijî weku rastiyek heyî yan vegerandina mafên ku hatine koçkirin yên ku du caran êşa desthilata bi erebkirina basiyan dîtine. Eve tê wê wateyê ku tişta aşkire zevtkirina mulk û zeviyên ku ya gropeke leşkerî ya ser bi artêşekê ye ku piştî ruxana Sedam hatiye belav kirinê. Û aliyê ku ew gropa leşkerî belav kiriye ne ji xelkê deverê ye û ne jî nîştecihê wê ye. Belku yê ku ew hêza leşkerî belav kir nîşaneyek ya ruxana dîktatore û ew çîrok ji aliyê her kesî vet ê naskirin çi sivîl û çi jî serbazî. Eger mulkiyeta wê hebe yan îdiaya wê mulkiyetê hebe, divê ew yekî ji aliyê dadgehan û karên bîrokratîk yên fermi ve werê yekalî kirin û hikum kirinê ne bi rêya gefan û tirsandinê.  Her weha eger artêşa Êraqê û yekîneyên artêşê ji fermandarên operasyonên Kerkûkê xwe bi warisê wan mal û mulkên artêşa berê dibîne gelo êrîşa li ser xelkê rêya herî nimûneyî ye bo çareserkirina pirsgirêkên mulkiyetê û dozen dadwerî?

Gelo ma artêş bi xwe bi hevrik û hukimdar dibîne di van pirsan de û li bajarekî hestiyar weku Kerkûkê ku hêşta taze ji hilbijartinek demokratîk derketiye û hêviya xêrê jêre tê dîtin li ser astê nîştimanî û çareseriya sivîl û siyasî ji gelek pirsgirêkên sivîl ku serdema erebkirinê ji dems Sedam ve dikşîne û heya piştî bi salan ji encamên Cotmeha 2017`an?

Gelo ma eve dê bibe bîranînek xweş ji hêzên artêşê û divyabû jê derkeve û vegere bingeh baregehên xwe weku nîşaneyek ji bo avakirina desthilateke sivîl û demokratîk ku di bin berpirsyartiya hêzên xwecihî bûna û yasa bi temamî cîbicî bike û bi hestekî netewî bêyî îşaretên mîlîtarîzekirin û desthilatdariya ne rewa.

Ma ew têkilkirina benan û tîrkevana û têkilkirina dijminatî û dadwerî û têkilkirina dozen dadwerî bi serederiya li dor xelkê weku dujiminên welat û li deverekê ku jêre tê gotin deverên cihê nakok ku salên gelekî dijwar bi serde derbas bûn ji binpêkirina mafê milkiyetê. Deverek ku li gor destûrê bi madeya 140 tê binav kirin û nexşeya çareseriya wê pêngav û qonaxên yasayî û sivîl li xwe digre û ew nexşeyek leşkerî ya ku tê de hejmar, armanc, êrîş, destwerdan, an jî peyvên leşkerî yên din tê de tune ye.

Ma taxa Newroz di nava sînorên dewleta Êraqê de ye daku parastina wê ji aliyê artêşa Êraqê de bê kirin? Û ma gelo artêş xelkê deverê ku ew bi xwe di nava nakokiyên sivîl de ne li ser milkiyetê ku derfet heye bi rêya yasa û lihevkirin û hevrazîkirinê û qerebûkirinê bê çareserkirin wan weku dujminê nîştiman û weku biyanî û dagîrker bibîne?

Ma em di bin desthilatdariya leşkerî de ne ku têde artêş bi xwe hikûmet û perleman û wezareta darayî û dadwerî ye?, yan am di bin sîbera desthilateke democrat federal û yekgirtî de ne ku artêş di bin berpirsyartiya wezîrekî sivîl de ye li gor destûra ku me hemûyan deng dayî yê?.

 

Ji Erebî: Dawûd Çîçek

XELAT