Ezîzê Gerdenzerî derheqa Têmûrê Xelîl da

Ezîzê Gerdenzerî derheqa Têmûrê Xelîl da

Ezîzê Gerdenzerî derheqa Têmûrê Xelîl da

 Ji wî welatparêzî dibare

Têmûrê Xelîl bȗ 75 salȋ. Rojbȗna te pȋroz be, Tȇmȗr can!

Têmûrê Xelîl 29ê meha adarê sala 1949an li Yêrêvanê (Ermenistan) ji diya xwe bûye.

Rojnamevan, nivȋskar, wergȇr Tȇmȗrȇ Xelȋl, wekȋ din Hamlȇt Mȗradov, 29ê meha adarê sala 1949an, li malbeteke herçar perçȇn Kurdistanȇ de naskirȋ, malbeta Xelȋlȇ Çaçan ȗ Eznȋfa Reşȋd de, hatiye dinȇ. Piştî temamkirina fakûltêta fîzîk-matêmatîkê, Têmûrê Xelîl 3 salan (1974-1977) li gundê kurdan – Sîpanê, dersên matêmatîkayê daye zarokên kurdan. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnameya kurdî ya “Rya teze” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çandȇ. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê berpirsyarê rojnameya kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnameyên kurdî yên bi nav û deng, ku li Awropayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Têmûrê Xelîl demeke dirêj karmendê radyoya kurdî ya “Dengê Rûsîya” bûye. Têmûrê Xelîl, çendek salȇn dawȋn di malpera "Riataza" de wek rȇdaktorȇ beşa kurdȋ bûye.

Têmûrê Xelîl çend salan endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye endamê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtîya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “Kurmancî” ya Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ye, sêkrêtarê Yekîtîya nivîskarên kurd e li Swêdê, endamê redaksyona kovara “Roja Nû” bû. Ewî bi kesên wisan bi nav û deng ra hevpeyvîn kirîye, wek Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Ebdurehman Qasimlo, akadêmîk Keremê Nadir Nadîrov û gelek kesên din yên bi nav û deng ra.

 Çend sitiranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (derheqa Barzanîyê Mezin da), “Milkê kurdî” û yên din.

  Pirtûka Têmûrê Xelîl a novȇl ȗ serpêhatîyan a bi navê “Dengê xwȋnê” ji alîyê weşanxaneya LÎSê da hatiye weşandin. Herwiha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8an – “Aştî” wî nivîsîye (em wê jî bêjin, ku ew bi daxaza Cegerxwînê mezin bû). Wî bi Mehmet Bayrak ra tevayî ferhenga “Rûsî-kurdî” ya Îvanê Omer Farîzov kirine “Tirkî-kurdî”.

  Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatîya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955an heta 1982an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegerîyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, niha cîgirê seroka koleceke îngilîsî ye li Moskvayê, lê Dîdare piştî temamkirina Ûnîversîteya Stokholmê, beşa sosyonomiyê, niha li beledîya Stockholmê wek sosyolog kar dike. Çend miqaleyȇn keçȇn wȋ yȇn li ser kurdan, di kovar ȗ rojnameyȇn Ermenȋ, Rȗsȋ, Kurdȋ de çap bȗne. Ango, ji malbeta Xelȋlȇ Çaçan sȇ kes rojnamevanȇn profȇsyonal in, yek spȋkȇr (bêjer) bȗye ȗ bi tevayȋ weke heştȇ salan bi karȇ xwe ve xizmatȋ gelȇ xwe kirine.

 Tȇmȗrȇ Xelȋl donzdeh pirtȗk ji Rȗsȋ wergerandine Kurdȋ ȗ deh pirtȗk jȋ, bi herdu keçȇn xwe, Mȋdyayȇ ȗ Dȋdarȇ re bi tevayȋ, ji tȋpȇn Kirȋlȋ ȗ Latȋniya kurdȇn Ermenistanȇ, guhastine tȋpȇn Kurdiya Latȋnȋ ya niha:

 Berhemên Têmûrê Xelîl

 1- Dengê Xwînê, kurteçîrok, 2009, Weşanên Lîs, Amed

 2- Antolojîya 35 helbestvan û nivîskarê kurdên Sovyet, 2015, weşanên NA, Îzmîr.

 P.S. 3 berhemên din jî ber çapê ne.

 Wergerên Têmûrê Xelîl ji rûsî û ermenî ser kurdî

 Heta niha Têmûrê Xelîl ev pirtûk ji zimanê rûsî û ermenî wergerandine kurdî.

 ”Kurdên Tirkiyê di dema nû û here nû da” (450 rûpel), ya profêsor M. Hasratyan, ji rûsî wergerandîye kurdî û sala 1994a li Bêlçîkayê, ji aliyê Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê da hatîye çapkirin.

”Pirsa kurdan”, cildeya 1ê, profêsor M. Lazarev, 480 rûpel, sala 1999a di nav weşanên ”Roja Nû” da çap bû.

”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan”, cildeya 2an ya profêsor M. Lazarev, 380 rûpel, ji rûsî wergerandîye kurdî û di weşanên ”Roja Nû” da çap bû.

”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkiyê ra”, ya serhing A. Avêryanov, sala 1900î bi rûsî çap bûye (berî 103 salan), 580 rûpel. Eva pirtûka bi daxaza Înstîtûta Kurdî ya Parîsê hatîye wergerandin û ewê li zûtirekê ji alîyê weşanxaneya AVESTAyê da çap bibe.

”Kurdistana nû”, 500 rûpel, bi daxaza Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow û bi daxaza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatîye wergerandin û wê li zûtirekê çap bibe.

”Tevgera kurda”, ya profêsor Xalfîn, 200 rûpel, sala 1963a bi rûsî çap bûye. Hatîye wergerandinê û ”Lîs”ê çap kirîye.

”Îdyomên kurdî, bi şirovekirina rûsî”, ya profêsor Maksîmê Xemo, 480 rûpel. Di wê da şirovekirina îdyoman ji rûsî hatîye wergerandinê ser kurdî.

”Kurdên Azirbêcanê” ya A. Bûkşpan, 120 rûpel, sala 1932a li Bekuyê çap bûye. Bi daxweza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatîye wergerandin.

”Dêrsim” ya Andranîk, 180 rûpel, sal 1900, wergera ji ermenî, weşanên ”Deng”, sal 2009.

”Li Muksê folkor û jîyana rojane”, ya akadêmîk Îosîf Orbêlî, 104 rûpel, weşanên Nûbihar.

”Bawermendîyên kurdên êzdî”, Emînê Evdal, 220 rûpel, wergera ji ermenî, Weşanxaneya DOZ wê çap bike.

”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (1923-1945)”, a M. Lazarev, cildeya 3an, 310 rûpel, ji alîyê Weqfa Riya Azadî da çap bûye.

 13.”Rasthatinên nebîrkirî”, Nado Maxmûdov, 280 rûpel, wê çap bibe.

 ”Rêwîtîya ji Moskvayê ber bi Kurdistanê”, Yûrayê Dasinî, 270 rûpel, çap bûye.

 15.”Nadir Nadirov”, Bakîtjan Jûmagûlov, 400 rûpel, wê çap bibe.

 16.”Merivê efsaneyî ”, Ezîzê Zîyo Bedirxan, ji rûsî, 300 rûpel, weşanxaneya DOZê wê çap bike.

 17-”Riya ku berbi Ziyaretê dibe”, Mîrzeyê Çolo Sloyan, 260 rûpel, wergera ji ermenî, çap bûye.

 18- ”Riya zindîbûnê û heta-hetayê”, Mîrzeyê Çolo Sloyan, 280 rûpel, wergera ji ermenî, çap nebûye.

 ”Kurd: Dîrok û dema nû”, Kinyazê Îbrahîm, 2 cilde, 550 rûpel.

 P.S. Ev pirtûka dawî ne werger e, lê Têmûrê Xelîl ew bo çapê amade kirîye û redaktorî lê kirîye.

 20- ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, Alêksandr Pûşkîn, 47 rûpel

 21- ”Kurd: Efsaneya Rohilatê”, weşanxaneya GAZPROM li Moskvayê, ji rûsî wergerandîye kurdî, 670 rûpel.

 22- RONÎKIRINA ZARGOTINA KURDAN DI NAVA EDEBÎYETA ERMENISTANA SOVÊTÎYÊ DA, sala 1980î li Yêrêvanê bi zimanê ermenî çap bûye, teza doktorayê ya doktor Çerkezê Reş e. Werger ya Têmûrê Xelîl, 52 rûpel.

 Berhemên tîpguhezî-transkrîbekirî.

 Têmûrê Xelîl 23 pirtûk jî bi herdu keçên xwe - Mîdîayê û Dîdarê ra - tevayî ji tîpên kîrîlî û latîniya kurdên Ermenîstanê wergerandine ser tîpên kurdiya latînî ya niha:

 1- ”Mesele û metelokên cimaeta kurda”, 800 rûpel ya ku Heciyê Cindî berev kiribûn.

 2- ”Şaxêd Rostemê Zale kurdî”, 400 rûpel, ya ku Heciyê Cindî veçêkirîye.

 3- ”Folklora Kurmanca” ya sala 1936a, 640 rûpel, ji latîniya kurdên Ermenîstanê hatîye wergerandin ser kurdiya latînî ya niha. Amadekarên wê Emînê Evdal û Heciyê Cindî ne.

 4- Varyantên kurdî yên destana ”Koroxlî”. Jibernivîs, berhevkar, werger û pêşgotin yên Hecîyê Cindî. Yêrêvan, 1953, 120 rûpel.

 5- ”Folklora kurmancîyê” ya sala 1957a, ku H.Cindî berev kirîye û amade kirîye, 400 rûpel.

 6- ”Klamêd cmaeta kurdaye lîrîkîyê”, 250 rûpel, ku H. Cindî berev kirine û sala 1972a bi pirtûkeke cihê li Yêrêvanê çap bûye.

 7- ”Heleqetîyên pizmamtîyê di nava kurda da” ya Emînê Evdal, sal 1965, 300 rûpel, Yêrêvan.

 8- ”Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê”. Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî. Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê, Moskva 1962. 180 rûpel.

 9- ”Xatê xanim” – Elîyê Ebdilrehman, 180 rûpel, LÎSê çap kirîye.

 10- ”Gundê mêrxasan” – Elîyê Ebdilrehman, 210 rûpel, LÎSê çap kirîye.

 11- ”Şer çiya da” – Elîyê Ebdilrehman, 420 rûpel, çap nebûye

12- ”Benê min qetîya” – Xelîlê Çaçan, 130 rûpel, LÎSê çap kirîye.

13- ”Cewahirên kurdî” – Xelîlê Çaçan, 120 rûpel, LÎSê çap kirîye.

14- ”Gotinên pêşîyan” – Xelîlê Çaçan, 110 rûpel, LÎSê çap kirîye.

15- ”Kilamêd cimaeta kurda” – Xelîlê Çaçan, 110 rûpel, LÎSê çap kirîye.

16- ”Du poêm” – Xelîlê Çaçan, 80 rûpel, LÎSê çap kirîye.

17- ”Memê û Eyşê” – Xelîlê Çaçan, 90 rûpel, LÎSê çap kirîye.

18, 19, 20, 21, 22, 23- Şeş cildên ”Hikyatêd cimaeta kurdîyê”, 1300 rûpel, ku Heciyê Cindî berev kirine, weşanxaneya RÛPELê li Almanîyayê çap kirine.

Di hejmara kovara Roja Nȗ ȇ ya 100 de, pȇşbaziya kurteçȋrokan hatibȗ derbaskirin. Yek ji wan kurteçȋrokan ya Tȇmȗrȇ Xelȋl bȗ. Hejmara bi dȗ wȇ re, endamekȋ desteya helsenganina kurteçȋrokan, Mezher Kara, ku ciyȇ pȇşin dabȗ kurteçȋroka Tȇmȗrȇ Xelȋl a bi navȇ Dilȇ Germ, Serȇ Sar..., wiha nivȋsȋ bȗ: Dilȇ Germ, Serȇ Sar.. ji aliyȇ pȇkanȋna Kurmancȋ ve çȋrokeke herȋ biserketȋ ye. Ji aliyȇ zimȇn ve, mirov dikare bibȇje, çȋrokeke bȇqisȗr e. Teswȋrȇn wȋ pirr biserketȋ, hevokȇn wȋ  lihevhatȋ, Kurdiya wȇ zelal ȗ xweş e. Babeta çȋroka wȋ gelekȋ zor e. Lew re ew teswȋrȋ deşt ȗ çȋya, çem ȗ kaniyan, ken ȗ girȋ nake. Wȋ dest avȋtiye psȋkolojiyȇ. Ew bi wȇ çȋrokȇ evȋna şikestȋ ve ruhciwaniyȇ vedike, pȇjna ruhȇ xortekȋ evȋndar dike. Di wȋ karȋ de, Tȇmȗrȇ Xelȋl nivȋskarekȋ gelekȋ pȇşketȋ ye. Em ji wȋ berhemȇn nȗ hȇvȋ dikin!"

 Gelek kesên bi nav û deng qîmetekî mezin dane kar û barên Têmûrê Xelîl yê di hêla kurdewarîyê da. Em tenê gotinên profêktorê Ûnîvêrsîtêta Alma-Atê, li Qazaxistanê, akadêmîk Kinyazê Îbrahîm bînin, ku nivîsîye:

 "Biraye minî ezîz û delal Têmûr! Ez bi her karê teva şame. Ne ku îro: te temamîya emrê xweyî hêja pêşkêşî dîrok, çand û hunerê gelê me kiriye. Bi serfinyazî rêya mamoste û pêşewitîye çanda meyî eyan Apê Xelîlê Çaçanî rehmetî berdewam dikî. Malbeta we bi tomerî îro karê malbeta Bedirxanîya tîne ber cavên me!Ji biraye xweyî hêja ra sehet u qewatê dixazim. Bi silav û rêz birayê te Kinyaze Îbrahîm!"

 Nȇrȋna me

Belȇ, hestȇ welatparȇziyȇ, di biçȗktayȇ de ketibȗ li nav xwȋna Tȇmȗrȇ Xelȋl. Çimkȋ ew lawȇ malbeteke welatparȇz bȗ. Welatparȇzȋ ji wȋ dibarȋ. Ew bi aktȋvȋ li tev karȇ Komela Xwendekarȇn Kurd dibȗ. Haya wȋ ji tevgera azadȋxwazȇn Kurdistanȇ hebȗ. Wȋ zanibȗ, ku li welȇt ȗ ji welȇt der, çi kovar ȗ rojnameyȇn kurdȋ yȇn nȗ tȇn weşandin. Wȋ wisa jȋ zanibȗ, çi pirtȗkȇn kurdȋ yȇn nȗ ronahȋ dȋtine. Gor nȇrȋna wȋ, navendeke çand ȗ wȇjeya kurdȋ, ya nȗ li Swȇdȇ de çȇdibȗ. Zȗtirekȇ, bi hereketȇ Tȇmȗr, peywendiyȇn me ȗ yȇn kurdȇ Swȇdȇ çȇbȗn. Çendȋn caran grȗpȇn welatparȇzȇn kurd yȇn Swȇdȇ dibȗn mȇvanȇ me. Çi ku bi destȇ me va dihat, me alȋkariya hevalȇn xwe yȇn Ewropayȇ dikir: Ferhengȇn kurdȋ li Stokholmȇ de dihatin amade kirin. Pirtȗkȇn dersan ji bo dibistanȇn kurdȋ dihatin hazir kirin ȗ hwd. Çimkȋ Tȇmȗr zȋrek bȗ, jȋr ȗ jȇhatȋ bȗ, ew bibȗ çira çavȇn dost ȗ hevalan,

 75 saliya Tȇmȗr pȋroz be.

 XELAT