DU ENTÎKE
Nivîskar: Salih Heydo
Di êvara 26-8-2024 an de ez li malê bûm deng ji masincera min hat,dema min vekir û lê nerî min dît ku dostekî min ji bajarê Qamişlo dengê xwe ji min re rêkiriye û dibêje: Mamoste ez dixwazim di van du rojan de ez kirîvantiya lawikê xwe çêkim û wî sinnet bikim,lewra daxwazek min li cem te heye û him jî pirs e,Gelo stran û dîrokên kurdî yên zargotinê li ser sinnetkirinê hene yan na? Lewra heger hebin ez dixwazim tu wan ji min re rêke tev awaza wan da ku ez wan bi sazê re bavêjim ser kişandina kamêreya vîdyoyê di çaxê kirîvantiyê de da şahî durist û tekûz û cihbicih derkeve!û berdewam kir û got:Lewra min çiqasî ji jin û mêrên temendar pirsiye ku stran û dîrokên sinnerkirinê hene yan hebûn,qe kesekî tiştek nizanî bûn û ez bi ser tiştekî ji vî rengî venebûm û digotin em nizanin û me nebihîztiye! Ji bo wilo min dengê xwe ji te re şandiye û min ji xwe re digot: Heger li cem Salihê Heydo tunebin,ji xwe wê li ti deverên dîtir jî wê tune bin!?Dema min guhdariya dengê wî û pirsa wî kir ,di dews de min lê vegerrand û got: Berî her tiştî sinnerkirina kurikê te ser xêrê be ,belê heyra !Dîrok û stranên sinetkirinê di zargotina kurdî de hene,lê ji mêj ve winda bûne û kes nizane wan bibêje,çiku ew heytehola berê bi nanê giran û dehol û zirneyan û govend û dîlanê bi hefteyan di gel dîrokên jin,keç û bûkan û xelatên kirîvan nema ne,lewra ew tiştên berê hemî hatine jibîrkirin,tenê îro textor û bijîşk mane lewra bê şahî û heytehol sinnetkirin diqede û kes jî pê agah nabe lê ji wan dîrokan dudo li cem min hene ,herdo jî weke Entîkeyên kêmpeydane û min ew di salên 1966 an de ji gundê Hesê Ûso berevkirin,ji devê malbata,Melle Mihemed Si'îdê Melle Xellîlê telloyî.Lewra nuha ew di pirtûkên min î zargotinê de parastî ne bi deqa temam û şirovekirin Ew dîrok jî Ev in:
yek jê dema jin kurik dişon û cilên wî, kirasê nuh lêdikin ji bo amade kariyê û ya dîtir jî dema sintecî tînin gund.
jin dibêjin:
Şindiyê min şindiyo
Xwedê ji mir aniyo
Mi di teştê d'şûştiyo
Lêkir cilê sipiyo
Şahiya wî daniyo
Şahî kirîvantiyo
Tev xêr û peyariyo
Qurbano sinetçiyo
Pîrozo nûraniyo
Şindîkê min cindiyo
Bi çûkî şimşadiyo
Bi gêncî efendiyo
Me jê re yek dîtiyo
Ew yeka han horiyo
Qurbano Tellokiyo
Navê xwedê gotiyo
Ayet li ser xwendiyo
Kêfa me pê aniyo
Bû axakê gundiyo
Li koçkê rûniştiyo.
Her wiha eva dîtir jî li ser zimanê zarokan wiha dihat gotin:
Hatî gundê me berber
Çi berberkî kofî zer
Bi gwîzan û bi nişter
J'bo sinneta pêxember
Mûlid xwendin ji ezber
Melle hazir bû li ser
Gotî Ellah û ekber
Goşt û savar danîn ber
Şekir danîn li himber
Kevanyê kirye tevger
Kevaniya mala ye
Diya keç û lawa ye
Ji danêr' destbela ye
Desmala xwe libakir
Rabû şekir belakir
Dilê heman pê şakir
Kirîvantî eza kir.
XELAT