Nivîsandin û Çend Pirs

Nivîsandin û Çend Pirs

Nivîskar û Helbestvan: KONÊ REŞ

    Ezbenî! Her çiqas nivîskarî ji der ve hêsan xûya be, lê bi rastî ew wiha jî zehmet û zor e. Mirovê ku fêrî nivîskariyê bûbe û nexwîne û nenivîse, nexweş dikeve!. Kesê ku karê nivîskariyê bike û bixwaze di nivîskariya xwe de berdewam be û bi serkeve, divê bi şev û rojê bi peyvan re şer bike! Dinya li serê wî dibe wek tara bêjingê û hundirê serê wî dibe wek qada şer.. Ku şer neke, nivîskarekî miriye!

  Erê ezbenî! Ti kes wek nivîskar ji dayika xwe re çênebûye.. Încex mirov bi xebata salan bibe nivîskar.. Ji bo hînbûna pîş û sazekî neh-deh sal dem ji mirovekî re divên.. Ji ber ku nivîskarî ji gelek pîş û sazan zortir û zehmetir e.. Dêmek neh-deh sal ji bo hilgirtina navê nivîskariyê ne gelek in.. Yê ku navê nivîskariyê hilgire, divê salên dirêj bide ber çavên xwe.. Nivîskarî, karekî çetin û dijwar e. Astengiyên wê pir in. Lê çendî zehmetiyên wê hebin jî, ewqasî xweş û pîroz e.

  Sebaretî me kurdan, eger em kurd bin û doza me Kurdistan be, zimanê me Kurdî ye, ne Tirkî, Erebî û Farisî ye. Pêdiviya me bi nivîskar û xwendevanên zimanê me heye. Nivîskar û xwendevanên zimanê Kurdî bingehên herî giringin ji avakirina welatê me re.. Ma em ji kê re dinivîsînin ku xwendevên zimanê me nebin?! Û ku em bi Tirkê, Erebî û Farisî binivîsin, welatê ku em doz wê dikin li kû dimîne?! Ma em zimanê xwe yê şêrîn, pêmayê xwe yê zengîn û zargotina xwe ya dêrîn di ser guhan re bavêjin?! Çîroka Memê Alan û Siyabend û Xecê ji milk û malê kê bihesibînin?! Gotinên Cizîrî, Xanî, Nalî û Koyî û Cegerxwîn bişewitînin?!! Ezbenî! Em dijîn da ku bi nasnameya xwe mezin bibin. Û nasname ziman, xak û dîroka me ye.

*         *         *

 Ji min pirsîn: Torevan kî ye? Min got: Torevanî danak ji Xwedê ye. Mirovê torevan ew e yê ku serpêhatiya xwe wek a min û a te binivîsîne. Bi rengekî din: Ew nivîskarê ku ez xwe di nivîsên wî de dibînim..

  Ji min pirsîn; cûdahiya di navbera helbesta nûjen û kilasîk de çi ye? Min li wan vegerand: Helbesta nûjen mikurbûna his û hesten mirovê helbestvan yên veşartî ye.. Helbesta kilasîk rêzkirin û lihevhatina gotina ye. Sebaretî nivîsandina helbestê, pêwistiya helbestvan bi destûrê nîne, ne gerekê destûrê ji kesekî bixwaze.. Min tu carî destûr ji kesekî nexwestiye. Pêwistiya nivîsandina helbestê ne bi destûrxwestinê ye û ne jî bi dema nîşandina wê heye. Helbest bê destûr li dergehê helbestvan dixîne û derbas dibe..

  Ji min pirsîn; tu ji bo kê dinivîsînî?! Min got: Ez ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û Mîr Bedirxanê diaxifin, dibivîsînim.. Ji bo xelkên Qamişlo, Amedê, Zaxo û Mehabadê dinivîsim.. Ji bo lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welatê min de rijandine û dirjînin da ku, careke din berfa spî li ser çiyayê Agrî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, sor nebe.. keç û xortên welatê min bi aştî û aramî bijîn û her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêje.. Edûla Zor Temir Paşayê Millî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binihirîne..  Û min berdewam kir: Ez ê çawa wêneyê bav û kalên xwe winda bikim, kum û kolosê wan li ber ba bifelişînim?!! Çendî dayikên me gazinan bikin, çendî Mîr Bedirxan, Şêx Nehrî, Şêx Seîd û Barzanî ji me bi gazin lome bin; fêde nake.. hêjî em di çayxaneyên bîranînan de qerebalixê dikin û bi demên dirêj li ber dergehên bajarên giryayî radiwestin! Lêborîn û pexşanê dixwazin û ji darên xûz û tewyayî dipirsin; gelo, em bi derengî ketine..?! Erê, ez ji gul û kulîlkên welatê xwe dinivîsim, ewên ku ji zimanê dayika min û te fam dikin.. ewên ku, ez û wan bi yek şûrî dikevin û radibin.. ewên ku ne ji wan be ez û te tune ne.. hebûna xwe di hebûna wan de dibînim.

Nivîskar û Helbestvan KONÊ REŞ

Jînenîgarî (Biography) 

   Konê Reş; rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî Kurd e. Di malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye. Ji mêj ve hez ji ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye. Û wiha gelek berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên Kurdistanî de hatine weşandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin. Û bi şêweyekî serketî li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye naskirin. 

Konê Reş, yek ji wan kesên pêşî ye ku di van Çil û Çar salên dawî de li Rojava bi zimanê kurdî nivîsandiye. Hêjî bi kar û barên xwe yê nivîsandina bi zimanê kurdî berdewam e. Ew hebûna gelê kurd di hebûna zimanê kurdî de dibîne û her dem dibêje: "Zimanê me hebûn û dîroka me ye".

Hêvî û daxwazên wî jî evin ku wê rojê bibîne, ew roja ku her sibeh rojnameyeke kurdî bi tîpên latînî li ber deriyê mala wî be û bi rêka wê rojnameyê, nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwîne.

Konê Reş, di sala 1953an de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên Rojava û bakurî Kurdistanê de, bi navê Doda de hatiye ser rûyê dinyê. Gundê wî di navbera Qamişlo û Amûdê de ye. Navê Konê Reş yê rasteqîn (Selmanê Osmanê Abdo) ye. Ji encamê kar, xebat û keda di warê kurdewariyê de, bi navê (Konê Reş) di seranserî Kurdistanê hatiye naskirin.

Li ciyê ku lê hatiye dinyayê xwendina xwe ya seretayî temam kiriye‚ paşê li Qamişlo û Hesekê lîse “bakalorya” standiye û gelek hewl dane ku xwendina xwe ya bilind bi dawî bîne, lê pê re neçûye serî ta ku di Almanya Rojava re derketiye.

Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye. Di gelek kovar, rojaname û belavokên Kurdî de beşdariya wî heye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt berhemên wî hatine weşandin û belavkirin.

Ji kesên pêşî ye di vê qonaxa nû de li Rojava, piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleş, Rezoyê Osê, Dilawer Zengî, Derwêşê Xalib, Deham Ebdulfettah û yên ku bi zimanê Kurdî nivîsandine.

Ew xwediyê kovara “Gurzek Gul” bû, digel hevalê xwe A. Baqî Huseynî ta bi hejmara 10an, paşê wî bi tena xwe ta ku hejmarên wê gîhane 15an berpirsiya kovarê kiriye. Ew kovara ku di navbera salên 1989-1992an de, li Qamişlo, li nav Kurdên Binxetê dihat belav kirin.

Konê Reş di pêvajoya xwe a rewşenbîrî de, beşdarî gelek festîvalên çand û hunerê yên Kurdistanî bûye û gelek xelat standine wek: Xelata Zêrîn ji Hikumeta Herêma kurdistanê, di sala 1998an de, bi helkefta sedsaliya rojnamegeriya Kurdî. Di sala 2000î de jî, bi helkefta festîvala Cizîrî li Duhokê, ji rex birêz Felekkedîn Kakayî ve hatiye xelat kirin. Di sala 2003an de, beşdarî di sedsaliya rojbûna seydayê Cegerxwîn de li Amedê kiriye û xelata festîvalê standiye. Di di sala 2004an de xelata Festîvala Bedirxan ya yekemîn li Silêmaniyê standiye. Di Nîsana 2006an de, beşdarî di Festîvala Bedirxan ya sêyemîn de li Hewlêra kiriye û xelat standiye, hem jî, di eynî festîvala Bedîrxan de wek nûnerê PENa Kurd li Sûriyê, gotina Dr. Zerdeşt Haco serokê navenada PENa Kurd li Almaniya xwendiye.  

Ji festîvalên din yên ku Konê Reş beşdarî di wan de kiriye û xelat standine: Festîvala helbesta Kurdî li bajarê Akrê/ 2008, Festîvala Seydayê Cegerxwîn li Hewlêrê/ 2008, rojên çand û hunerê li bajarê Cizîra Botan/ 2008, Festîvala Feqeyê Teyran li Wan û Miksê/ 2010, Festîvala Cegerxwîn li Batmanê/ 2010, Festîvala Laliş ya rewşenbîrî li Duhokê/ 2012, Pêşngeha Pirtûkan li Hewlêrê/ 2013, Di roja 5.10.2016an de li ser daxwaza (Muzexaneya Niştimanî Kurdistan/ Kurdistan National Mesem) çûm Hewlêrê û ez wek pisporekî dor 12 saetan li dor dîroka malbata Bedirxaniyan axifîm. Festîvala ziman çanda Kurdî li Brukselê/ 2008, Festîvala Sinameya Kurdî li Duhokê/ 2019, Festîvala Ihsan Nûrî Paşa li Duhokê/ 2012, Festîvala Mîr Celadet Bedirxan li Duhokê/ 2013, Festîvala rojnamegeriya kurdî li Rewandûzê/ 2012, Festîvala folklorê kurdî li Zankoya Zaxo/ 2022, Semînerek li Komeleya Kurdî ya Qenciyê li Beyrûtê/ 2014, Kongreyê PENa Kurd li Diyarbekirê/ 2013.. Di sala 2019an de jî beşdarî di yekemîn pêşangeha pirtûkan de li Kobanî kiriye û di roja 25/12/2020an de xelata Festival Helbesta Kurdî ya 25an de standiye. Di roja (12.10.2016), di gel Mîrzade Sînem Bedirxan min semînerek li Zaxo, di baxê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî de li dor malbata Bedirxaniyan de lidarxist..

Di roja 6/4/2014an de ji rex Komela Averîn a Jinên Kurd li Sûrî û Rêxistina Jina Kurdî Azad hatiye xelatkirin..

  Konê Reş û Xelata Cegerxwîn: Di roja 7ê Adara 2014an, di bin vê manşetê de (Niviskar Konê Reş Xelata Cegerxwîn Girt), rêvebiriya Komîta Xelata Cegerxwîn ev agahî belav kir: "Hevbenda N.R.K. li Sûrî xelata Cigerxwîn da nivîskar Konê Reş.. Komîta xelata Cigerxwîn a ji bo afirandina helbestê ya sala 2014an, biryar da ku xelata xwe ya îsal bide helbestvan û nivîskarê navdar Konê Reş, ji ber kar û keda wî ya berdewam di ber çand û afirandina kurdî de. Xelata Cigerxwîn a ku di sala 2001ê de destpê kiribû, yek ji wan xelatan e ku Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî salane belav dike. Ta ana bi jimarek helbestvan vekiriye, ji wan: Seydayê Keleş, Bêbuhar, Mela Nûrî Hesarî, Mihemed Elî Hiso, Xelîl Mihemed Elî Yûnis, û Ferhadê Içmo. Boniye-Suad Cegerxwîn jî, ji Swêd di roja 15.03.2014an de, ez bi van gotinan pîroz kirim: "Ji ber kar û xebata te ya giranbuha ji bo wêjeya kurdî û her wiha ji bo gelê kurd û Kurdistan ez xelata Cegerxwîn li te pîroz dikim, hêvîdarim ev xelat te di karê te de bi hêz û tundtir bike.. Ev xelat sipasiyeke berçave ku nivîskarên kurd li bejna te dikin , herdem serfiraz û serkeftî bî kekê Konê Reş". Di roja 21ê Adara 2014an de, di şahiyek taybet de li Qamişlo, mala Cegerxwin xelat hat radestkirin.

Di roja (06.04.2014) de, van herdu komeleyên jinan (Rêxistina jina Kurdî Azad û Komela Aferîn a Jina Kurd li Sûriyê), rêzgirtin ji kar û xebatên min re di warê ziman, rewşenbîriya kurdî û xebatên min li dor malbata Bedirxaniyan, di nav cemawerekî mezin de ji nivîskar û siyasetmedaran bi vê xelata ku navê (Rewşen xanim Bedirxan) hildigire, xelat kirim..  Destpêkê herdu komeleyên gotinên xwe derbarî min û xelatê  gotin, paşê mamoste Nesreddîn Îbrahîm, sekretêrê Alpartî, bi gotineke xweş xelat wan radestî min kir..

  Di roja 21.9.2017an de, digel van navdarên Qamişlo; Abdulhemîd Derwîş, Enîs Hina Medêwayî, Mowefeq, Ferîd Saadûn.. em ji rex nivîskarê xort (Naaman Abdo) ve, ku pirtûk li dor Qamişlo bi navê (Zalîn), berhev kiribû, li hotêla Merîland hatin xelat kirin.  

  Di roja (06.04.2015) de, ez ji rex Komîta Mafên Mirovan li Sûrî (Human Rights Committee in Syria: MAF) ve, li bajarê Qamişlo, di pirtûkxaneya Aso de, digel du nivîskarên Kurd yên ku wan jî, bi salan kar û xebat di ber rewşenbîriya kurdî de kiriye; Siyamend îbrahîm û Xelîlê Kalo em hatim xelat kirin.

Di rojên 25-26.09.2022an de, digel van hevalên xwe: Deham Ebdelfettah, Mahîn Şêxanî, Luqman Yûsiv, Dilawer Zengî û Evîn Yûsiv, min beşdarî di Festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî/5 de kir. Ji me şanda Sûriyê bi tenê gotina min di vê Festîvalê de hebû, bi navê: (Di Sedsala Dawî de, Rewşa Ziman û Rewşenbîriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê) bû.

   Konê Reş ji berî 20 salan ve endame di PENa Kurd de, ya ku şaxeke ji PENa Navnetewî ye. Û ji tebaxa 2006an de, bûye yek ji helbestvanên (Poetas del Mundo/ www.poetasdelmundo.com) û jê re rûpelek, di nav her 8 helbetvanên Kurdistanê de hatiye terxan kirin ku Şêrko Bêkes ji wan e. Ev yekemîn care ku navê Kurdistanê di cihekî cihanî de bi helbestvanên xwe bilind dibe. Herwiha ji çend salan ve ew berpirsê groupa Weqfa Sarayê ye, piştî xwediyê wê mamoste Goran Candan.

  Di 124 saliya cejna Rojnamegeriya Kurdî de, sala 2021ê, ew ji rex Komîta (Xelata Kemal Henan) ya Şeşemîn ve hatiye xelat kirin. di roja 3ê Îlona 2021ê de ji rex Partiya Yekîtî Ya Demoqrat a Kurdistanê ve hatiye xelatkirin. Di sala 2021ê de jî, ji rex Partiya Elwehde Elkurdistanî ve hatiye xelatkirin. Û di roja 29/9/2022an de, ew bi dîplomek spasnameyê, ji rex (Komeleya Kurdî) ya ku li bajarê Harnosandê Swêdê ye, ji rex du endamên wê ve: Dr. Xorşîd Îbrahîm û Dr. Naza Osman hatiye xelat kirim.. Û di roja 25/10/2022an de, ji ber kar û xebatên wî, di ber ziman û rewşenbîriya Kurdî de, ew ji rex bureya Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Rêkeftina Demoqrat a Kurdî Sûrî, bi xelata rûmet wefadariyê hatiye xelatkirin.

  Di sala 2020an de, ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de, xelata Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê bi navê (Şerefnameya Çand û Zimanê Kurdî), standiye..Eve gotina Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê: "Xelata Şerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Reş e. Ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Reş bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha di parastina dîroka kurdî de heye. Konê Reş bi xebatên xwe yên di çil salên dawî de bi roleke gelek balkêş di parastina çand û dîroka kurdî de rabûye. Xelata Şerefname her sal ji aliyê Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyenayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêşkêş dikin, tê diyarîkirin. Înstîtûta Kurdî xelata xwe ya çand û zimanê kurdî di bin navê “Şerefname” pêşkêş dike. Tê zanîn ku Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Şerefname ya sala 2018an diyarî Prof. Celîlê Celîl kiribû ji bo rola wî ya balkêş di parastina çand û zimanê kurdî û bi taybetî folklorê kurdî de û ya sala 2019an jî pêşkêşî nivîskarê navdar Şahîn Bekirê Soreklî kir". Viyêna, 19.12.2020

  Di 18ê îlona 2021ê, di civîna konseya çandî û zanistî de li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Konê Reş layîqî endametiya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye dîtin û bûye yek ji endamên wê. Û di roja 21 Îlonê/ 2021ê de, ev nameya agahdariyê jê re hatiye şandin. Eve beşeke ji wê nameyê: "Konê Reş, hevalê hêja û berkeftî! Em dixwazin te bi dilekî germ û serfiraz agadar bikin ku tu layîq hatîyî dîtin ku bibî endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.. Te bi keda xwe ya pir giranbiha xizmetên mezin û berbiçav pêşkêşî zimanê kurdî kirine. Ji ber vê jî tu gelekî bi xêr bihêyî navmala Enstîtuyê…". Birayên te: Kendal Nezan û Reşo Zîlan". Paris 21 Îlonê/ 2021

Di roja 18/11/2021ê de jî, ew û Salihê Heydo bi (Xelata HRRKê ya Afirandinê) hatine xelat kirin. Nirxê wê 1000 dolarê emerîkî ye û ev gotina HRRKê ye: "Îsal jî di 2021ê de, du kedkarên çand û wêjeya kurdî, du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên Kurmanciyê û vedîtina kêlîkên wendayî yên dîrok û hiş û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirin.. Du şervanên ziman û dîrok, û du serkêşên gernameya hişmendiya Kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koşeyên tarî, li gencîneyên veşartî digerin û hewl didin pêşkêşî me û nifşên nû bikin. Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRKê herdû xelatgirên (XELATA HRRKê YA AFIRANDINÊ) ya sala 2021ê; (Konê Reş) û (Salihê Heydo), ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û afirandinê ji wan re dixwaze. Her wisa Komîteya Kargêr û hemû endamên HRRKê spasiyên xwe yên germ û dilsojane pêşkêşî sponserê xelata sala 2021ê karsazê kurd ê ku li Elmanyayê dijî birêz Ibrahîm Şakir dike, daxwaza serkeftin û jiyaneke xweş ji wî û malbata wî re dixwaze. Komîteya Kargêr Hevgirtina Rojavayê Kurdistanê".

18/11/2021 Qamişlo.

  Xelata ARTA ya Ragihandin û Geşpêdanê: Di roja 1.9.2023an de Sazîya ARTA ya Ragihandin û Geşpêdanê, bi helkeftina 70 saliya temenê Konê Reş, xelata xwe ya Dan û Afirandinê, di şevbuhêrkeke hunerî de, li ARTA CAFÉ li Amûdê, ji bo wî pêşkêş kiriye. Ev xelat rêzgirtinek e ji bo keda Konê Reş di warê nivîsandin û parastina zimanê kurdî de.

Ev bû ragihandina Arta:

(Vexwendin ji bo 70 Saliya Nivîskar Konê Reş:

Radyoya (ARTA ya Ragihandin û Geşpêdanê), li bajarê Amûdê bi kêfxweşî we vedixwîne ku hûn beşdarî merasîma şahî û rêzgirtina 70 saliya nivîskarê kurd (Konê Reş) bibin. Di vê şahiyê de wê ew serboriya destpêka nivîskariya xwe bibêje û hin dost û hevalên wî gotinan bibêjin, digel hin hunermend stranan pêşkêş bikin.

  Em bi amadebûn û beşdariya we kêfxweş dibin. Roj: Înê, Yekê Îlonê 2023, katjimêr 7ê êvarî, li Amûdê/ Salona Arta Cafê).

  Û di roja 18.10.2023an de, bi helkeftina ku 35 sal di ser koçkirina Dr. Nûredîn Zaza re derbas bû, ji ber kar û xebatên Konê Reş di ber navê wî de, ew ji rex (Navenda Dr. Nûredîn Zaza bo Diyalog û Avakirina Aşîtiyê), li bajarê Amûdê bi dîplomeke rêzgirtinê hatiye xelatkirin.

  Di sala 2018an de keçekê bi navê Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava) li Qamişlo, Fakulteya Wêje/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor Konê Reş û berhemên wî bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît), ji zanîngeha Rojava re pêşkêş kiriye û teza wê bi zor baş hatiye pejirandin.

Herwiha di sala 2021an de jî Silva Şêxê qutabiya Zanîngeha Rojava teza xwe bi navê (Çîroka Nivîskarekî Ziman û Çanda Kurdî: Konê Reş), ji zanîngeha Rojava re pêşkêş kiriye û bi pileyeke baş biser ketiye..

Ji ber ku pêwendiyên Konê Reş yên rewşenbîrî bi rewşenbîr û nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê re hebûn û heye, posta wî li Qamişlo (P. O. Pox: 17), di bin sansora emniyetê de bû.. Gelek nameyên wî winda dibûn û ew ji rex emniyetê ve dihat bersivdan.. Paşê, posta xwe guhertibû ser edrêsa Mîrzade Rewşen Bedirxan li bajarê Banyasê. Li ser edrêsa wê gelek name jê re dihatin. Ev nameyeke ji wan nameyan ku, di roja 24/5/1992an de, ji Urmiye, (Merkez Neşir Ferheng û Edebiyatê Kurdî) jê re hatiye, da ku di kovara wan (Sirwe) de binivîsîne.

Konê Reş serdana gelek bajaran kiriye, di serê wan de bajarê Cizîra Botan.. Ev bajarê ku gelek şûnwarên kurdewariyê himbêz dike wek; Burca Belek, gora Melayê Cizîrî, Nûh pêxember, Ismaîl Ebû Elîzê Cizîrî, gora Mem û Zînê, Medreseya Sor.. Konê Reş dibêje; di baweriya min de ev bajar ji Kurdan re wek bajarê Mekeyê ye ji Misilmanan re.. Hem jî çûye serdana van bajarên Kurdistanî; Amed (Diyarbekir), Mêrdîn, Bedlîs, Wan, Hewlêr, Duhok, Zaxo, Silêmaniyê, Rewanduz.. Û bi hêvî ye ku Mehabad û Urmiyê jî bibîne.. Hem jî wê gelek bajarên Ewropî û bajarên din dîtine wek: Stenbol, Beyrût, Qahîre, Sikenderiyê, Îsmaîliyê, Bexdad, Mûsil, Tûnis, Sefaqis, Aqebe, Amman..

 

Konê Reş dibêje; ez ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û Mîr Bedirxanê Botî diaxifin, dibivîsînim, ji bo xelkên Qamişlo, Amedê, Zaxo, û Mehabadê dinivîsim, ji bo lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welatê min de dirjînin ku, careke din berfa spî li ser çiyayê Agrî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, sor nebe û keç û xortên welatê min bi aştî û aramî bijîn.. Û her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêje û Edûla Temir Paşayê Millî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binihirîne.. Erê, ez ji bo gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê dinivîsim, ewên ku ji zimanê dayka min fam dikin, ewên ku ez û wan bi yek şûrî dikevin û bi yek şûrî radibin, ewên ku ne ji wan be ez tune me, hebûna xwe di hebûna wan de dibînim, ji bo wan dinivîsînim..

 

Konê Reş wiha xwe dide naskirin:

Mirovekî Kurd im

Ji sala 1514an ve

Ta roja îro; Di kul, êş û janên

Gelê xwe de  di ponjim

Xemxur û zikêşê

Zimanê dê û bavê xwe me;

Yekim, ji wan kesên ku,

Li dor malbata Bedirxaniyan

Di xepêrim..

Ez Konê Reş im.

Konê ku stûnên wî,

Bi kuçên ji çiyayê

Sîpanê Xelatê, Barzan û Agrî

Bilind dibe,

Çît û berçîtên wî

Bi zil û qamîşa

Derdora çemê Dicle û Ferat

Dibe dîwar û

Bi hevirmêşa

Mûş û Bazîdê

Hatiye hûnandin..

Ben û şerîtên wî

Ji hiriya berxên

Şikak û Heyderan,

Keriyên koçerên Milan û Mîran

Hatiye ristin..

Konê ku ji mûyê

Bizinên zozanê Botan,

Zozanê şerfdînê û çiyayê Mazî

Hatiye çêkirin û

Bi rengê şevê

Hatiye debixdan

Da ku di rojê de

Belû û diyar be û

Xweş bê xuyakirin;

Dinya û alem tev

Bibîne û bizanibe ku

Qet singên konê min

Ji nav xaka bav û kalan

Nayên hilkirin

Nayên hilkirin

Ez Konê Reş im

Mirovekî Kurd im.

Hem jî, konê xwe wiha xwe dide naskirin:

Ez konekî binê Beriya Mêrdênê me.. Bilind û Fire me.. Bi çît û berçît û bi perde me.. Bi kozik, ode, argûn û gumgum û qehwe me.

 

Ji Berhemên Konê Reş (Bibliography):

- Serpêhatiyên Mîran (1) Beyrût 1991

- Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî, Şam 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997

- Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995, bi zimanê erebî ye. Vê paşiyê mamoste Musediq Tovî wergerandiye zimanê kurdî, tîpên Erebî û li Duhokê çap kiriye.

- Komeleya Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, Erbîl, 2000, bi zimanê erebî ye.

- Osman Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997

- Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi zimanê erebî ye. Stenbol, 2003, Heleb, 2004 û Silêmaniyê, 2006, Şam, 2012. Qamişlo 2020.

- Welato!, Helbest, Beyrût, 1998

- Dergehê Jîn û Evînê: Helbest, Beyrûrt, 2001

- Cûdî Çiyayê Miradan: Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004

- Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006

- Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.

- Sîpan û Jîn, helbestên zarokan:I. Beyrût, 1993

- Şagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.

- Helbestên zarokan: III. Amed (Diyarbekir) 2013.

- Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 - 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013.

- Ji Stêrên Welatê Qedexe: Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê, 2013. Ji jînenameya 33ê navdarên Kurd pêk tê.

- Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, di weşanxaneya Azad de li Stanbol hatiye çapkirin/ 2013.

- Malbata Bedirxaniyan (Geşta Têkoşîn û Janan): ev pirtûk bi zimanê Erebî ye, Qamişlo 2016.

- Kurdên Êzidî li Sûriyê: Qamişlo 2017.

- Gernameya Min: Geşt û Serdan: Ev pirtûk germane ye. wek ku bi zimanê Ingilîzî dibêjin; (Voyages Literature), Qamişlo 2017 û 2021.

- Osman Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û çend nivîs û helbestên nû, çapek nû ye. Qamişlo 2017.

- Gurzek Êş: Helbest, wergerandina zimanê Erebî Xalis Musewir, Qamişlo 2017.

- Dr. Nûredîn Zaza; (Kurdê Nejbîrkirinê), di nav weşanên weşanxaneya Sîtavê de li Wan û Anqra di sala 2019an de hatiye weşandin.

- Beriya Mêrdînê; (Romana Heymên Derbasbûyî), Roman e, di nav weşanên weşanxaneya Sîtavê de li Wan û Anqra di sala 2019an de hatiye weşandin.

- Qamişlo-Pol: Helbest û pexşan in, li Qamişlo hatiye çapkirin/ 2020.

- Ez û Cegerxwîn: (Sê Helbest û Sê Festîval), li Qamişlo hatiye çapkirin/ 2021. 210 rûpel e.

- Jiyana Rewşenbîrî bi Zimanê Kurdî li Cizîrê û Serboriya Min Ya Edebî: Li Qamişlo hatiye çapkirin, bi Erebî ye, 2022, 212 rûpel e.

- Cizîra Binxetê û jiyana Rewşenbîrî, bi kurdî ye, Qamişlo 2023, 220 rûpel e.

Digel ku berdewame di karê nivîsandina bi zimanê kurdî de û baş destnivîs û berhemên yên amade ji capê re hene. 

XELAT