"Konê Mam Celal û Hêro Xanê ez ji sermaya dijwar rizgar kirim"
Ji bîreweriyên Yûsif Zozanî….
"Konê Mam Celal û Hêro Xanê ez ji sermaya dijwar rizgar kirim"
Dema ku hêzên Îranê bi hezaran leşker û bi piştevanîya Pasdaran û Besîc û çekdarên serkirdayetiya demkî (Partiya Demokrat a Kurdistanê -Êraq ya niha) êrîşek berfireh li ser hêzên Partîya Demokrat a Kurdistanê - Îran û Komele pêk anîn, ji bo dagêrkirina xaka rizgarkirî li Kurdistana Îranê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, hêzek mezin ji Pêşmerge avakir, bi navê (Hêza Piştevaniyê), bi serokatiya Mam Celal û sînor derbas kirin ji bo piştgîrîkirina birayên xwe yên li wir û pûçkirina êrîşa Îranê, berovajî serkirdayetiya demkî.
Di wê demê de berpirsê ragihandinê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê birêz (Ebdullah Hesen Zade) gotarek bi riya radyo ya wê partiyê belav kir û tê de got: serkirdayetiya demkî û Hêzên Piştîvaniyê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kirine ku ew bi ti awayî sînoran nas nakin û wan derbas dikin. Hêzên Piştîvaniyê sînoran derbas dike ji bo parêzeriyê li axa Kurdistan û gelê Kurd û rûmeta wî bike. Lê belê serkirdayetiya demkî (PDK-Êraqê) derbas dibe ji bo hevkarîyê bi dijmin re bike, ji bo dagêrkirina xaka Kurdistanê û binpêkirina rûmet û mafê gelê Kurd.
Wê demê Mam Celal ferman da ku divê hemû baregehên binecihkirî bi Pêşmergeyên wan ve yên li hundirê Kurdistana Êraq ji aliyê locistî ve di xizmeta şervanan de bin. Wê demê ez li Baregeha Ragihandinê ya YNK`ê bûm li ( Tûjele) digel birêz (Erselan Bayiz) û hemû hevalên karmend yê din. Me rojane bi hezaran qursên nan û zilopî (nanê di rûn de sorkirî) ji şervanan re dişand. Her weha hemû kon û betaniyên ku li ba me hebûn me ji wan re şandin; ji ber ku zivistanê destpêkiribû û serma dijwar bibû û bi şev pileya germê dadiket jêr sifir sîlîzî.
Li vir ez dixwazim balê bikşînim ser moralê Mam Celal yê bilind, ku min didît di çendîn boneyan de, çi cara em serkeftî bana yan paşvekişiyayî bana li beramber êrîşên dijmin. Ya rast moralê wî di dema şikestinan de bilindtir dibû ji dema serkeftinan û tiştê ku ez niha dibêjim dilopeke ji lehiyekê ji wan taybetemdniyên wî.
Rojekê birêz Eselan Bayiz ji min re got ku Mam Celal li eniya şere, ji erkê me ye em serekî li wî bidin û ji rewşa wî haydar bibin. Min bi ya wî kir û em çûn eniya pêş ji bo hevdîtina bi Mam Celal re.
Rojekê piştre, em sibehê zû ji xew şiyarbûn û me berê xwe da Baregeha Serokatiyê ya (Mam Celal). Piştî rêveçûna nêzî du demjimêran, em gihaştin cihê xwe. Mam Celal li serê girekî rwestiya bû û li derdora wî çend heval hebûn. Ji wir wî hêzên Pêşmerge birêve dibir, bi riya brûske û nameyan. Hindek caran jî pêwendî bi serokên eniyan re bi riya ( Hokî Tokî) çêdikir. Bê guman wek her dem Hêro Xan jî li wir bû, bi kamêreya xwe û vîdyoyên ku digirt, hemû bûyer û pêşhat bi awyekî zindî dokoment dikir.
Pêş ku em bighên Mam Celal û ew me bibîne, em rastî pêşmergeyekî hatin û hinek agahiyên nebaş dan me, derbarî şehadeta hindek pêşmergeyan, her weha brîndarbûna (Mûlazim Xule), ku birînên wî kûr bûn û dibe ku jiyana xwe ji dest bide. Em gelek xemgîn bûn û me bawerkir ku di demek ne baş de em hatine serdana Mam Celal. Lê dema ku wî em ji dûr ve dîtin, bi dengekî bilind bangkir: " Ka hûn li ku ne ey hevalên ragihandinê û radyo, werin bi çavê xwe qehremanîya Pêşmerga bibînin, çawa dijmin li bindixin û xaka bav û kalan diparêzin. Werin bibin şahidê vê yekê". Me ew silav kir û bi germî himbêz kir, min hêsirên xweşiyê barand dema min ew moralê wî yê bilind dît.
Me çend demjimêr bi Mam Celal re derbas kir. Me bi wî re firavîn xwar û me xatirê xwe ji wî xwest. Di vegerê de me biryar da ku em serî li (Mûlazim Xule) û hevalên xwe yên din yên birîndar bidin. Ew li nexweşxaneya ku di bin çavdêriya hin doktorên Firansî (Bijîşkên Bêsînor) de bûn, ku bi rêya Partiya Demokrat a Kurdistana -Îranê hatibûn. Nexweşxane beşek bû ji mizgefta gundê Kanî Zerd.
Birîndariya Mûlazim Xule giran bû, ku piştre bû sedema felcbûna wî, lê ew tam hişyar bû û ji me re behsa çawaniya brîndarbûna xwe kir û moralê wî bilind bû. Paşê me ew şand Swêdê, çend salan li wir ma, lê mixabin wî di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Berfê dest bi barînê kir. Berf jî wek her car dibû sedema rawestandina şer. Ji ber sermayê û berfê ji hêlekê ve û lehengiya Pêşmerge û şikestina hêzên Îranê ji aliyê din ve jî, êriş bi awayekî demkî li gelek enîyan rawestiya. Em li benda buharê bûn da ku paşde bikşên berev kûrahiya axa Kurdistanê, berev navçeyên derdora Silêmaniyê. Lê dema Pêşmergeyên me vegeriyan, ji ber giranîya barîna berfê ku li hinek deveran digihîşt zêdetirî metreyekê, nikarîn çadir û betaniyên ku ji wan re hatibûn şandin bi xwe re vegerînin.
Barîna berfê di seranserî zivistanê de berdewam kir, heta ku me biryar da ku di meha sisiyan a piştî Newrozê de, ji Tûjele ber bi Bawezê ve biçin, ku li herêma Qaladizê ye. Qantirên barkirî nikarîn xwe bigihînin navenda me. Bi rakirina berfê re, me rê ji wan re vedikir. Dema ku em bi birayê Arselan Bayiz re û çend rêhevalên xwe re bi pê ketin rê, dîwarê berfê ji bejna birayê Erselan bilindtir bû, sererayî ku bejna wî gelek bilind bû.
Em gihîştin gundekî nêzî cihê mebestê, bi navê Qelereşkê, û hevalên ku li gel amûrên serfermandariyê yên li ser qantiran barkirî bûn, li wir rawestiyan, ji ber ku nikarîn rê biqedînin, çunkî li deverekê berf bibû qeşa, qantirên barkirî nikarîn derbasbibin. Wê şevê me hemûyan li wê derê li mizgefta gund xew kir û roja dudyan me dest bi riya xwe kir berev Bawezê. Amûrên serfermandariyê û hevalên ku bi wan re bûn li wir man, heta ku qantir karibin ji astengiyê derbas bibin, ji ber ku êdî hewa baş dibû û berfê dest bi hilandinê dikir.
Piştî meşeke dijwar em gihîştin armanca xwe. Çend hevalên me yên endazyar yên radyo li wir bûn û li ser danîna radyoyê kar dikirin. Hinek rêxistinan û girûpa Pêşmerge ya (Cotyaran) jî konekî leşkerî yê mezin vedabûn da ku her kes di bin de xew bike. Ji ber ku wek min got, me hemû konên xwe yên li eniyê ji dest dabûn, ji ber ku ne mimkun bû ku em wan veguhêzin ji ber pirbûna berfê.
Em di çadirê de radizan, lê pir sar bû û ji ber dijwarîya sermayê zehmet bû mirov di xew re biçe, min xewa ya şevê bi roj dikir, piştî derketina rojê, ji ber ku tîrêjên rojê rolek baş dilîst di belavkirina germê di laşê me de.
Piştî çend rojan, endezyaran pêşniyar kirin ku em radyoyê veguhezînin cîhekî ewle, ji ber ku devera me eşkere bû, û li serê çiyayekî hêzeke leşkerî hebû ku dikaribû cihê me bi çavê rût bibîne û me bike armanc û hawinan bavêje me. Ez bi birayê Arselan re û endezyarên radyoyê re çûm cihê ku ji me re diyar kiribûn. Endazyaran ji aliyê teknîkî û endazyarîyê ve ewlekariya wê derê qebûlkirin. Birayê Arselan jî ev yek qebûlkir. Cihê ewlekarîyê baş bû û ji xendekên dijmin ve nedihat xuya kirin. Ji xwe hêzeke Pêşmerge hebû li serê girê Bênas ku diket nevbera me û xendekên dijmin.
Me biryar da ku birayê Arselan vegere cîhê berê, û ez û beşek ji endazyar û rêhevalên koma medyayê em ê li cîhê nû bimînin, da ku sitûnên radyoyê saz bikin û cîhên jiyan û razanê amade bikin ji bo hevalan. Tenê odeyek ji heriyê hebû, ku gundiyekî diyarî me kiribû, û ew diyariya wê demê ji me re wek koşkekê girabûha bû.
Ode têra her kesî nedikir, lewma me çend konên din jî vedan û min gundiyek şand Qeladizê da ku lûleyek naylonê bikire da em pê konên xwe bi pêçin. Her weha me stûnên daran danîn û banê wan bi çiloyên daran rapêça û naylon avête ser wan, bûn wek malên ji camê. Bi henekî me ji wan re digot (Kabîne). Ez di bin yek ji wan kabînan de radizam.
Dema em ji ( Tûjele) derçûn, me bi Hêro Xan re li hev kir ku eger cihê me yê nû ewle be û wek baregehekî ji bo Mam Celal guncaw be, emê cihekî ji wan re hilbijêrin û wan agahdar bikin, wê jî ji min re got: Eger cîh ewle be, ez ê ji te re çenteyekî fîlmên vîdeoyî bişînim û arşîfa mayî ji te re bişînim da ku parstî be heta em bên cem we. Min jê re got ku pêş tu erşîfê bişînî, min bi riya bêtêlê (lasilkî) agahdar bike. Lewma wê ji min xwest ku ez gotinek nehînî diyar bikim li şûna gotina (çentê erşîfê). Li vir ez gelek keniyam, ji ber ku hat bîra min ku min berê gotineke nehênî bikartanî ji bo binavkirina hevala hevalê xwe Behai Mele ku navê wê (Rînata) bû û bi regezê xwe Alman bû. Rînata piştre bû jina wî hevalî. Ji bo Rînata hest neke ku em li ser wê diaxivin, me navê wê kiribû( Fethîya). Min behsa vê çîrokê ji Hêro Xan re kir û em keniyan û me li hevkir ku gotina nihênî di navbera me de bibe (Fethîya).
Rojekê ku ez gelek mijûlbûm, hevalê ku serperştiya hêla bêtêlê dikir hate cem min û got ku ewî birûskeyek wergirtiye û bi ken ji min re got: Mizgînî li te be, xuşka te di rê de ye tê cem te. Ez matmayî mam û min ji wî re got: "Mustehîle!" Wî li min vegerand û got: "Fethîya kî ye gelo? Ev birûske ji Hêro Xan hatîye û dibêje Fethîya di rê de ye tê cem te, xwe ji bo pêşewaziya wê amade bike". Ez gelek keniyam û min ji wî re got: "Birûskeyekê bişîne ji Hêro Xan re û ji wê re bêje, bila Fethîya Xanim bi xêr bê serçavan. Bila ew xwe netirsîne, wê parastî be".
Me karê xwe qedand û radyoyê jî ji cihê nû dest bi weşana bernameyên xwe kir û li gorî agahiyên ku me ji hevalekî xwe yê li Kuweytê dijîya wergirtibû, li wir jî baş dihate bihîstin. Şert û mercên me dijwar bûn, çadir û betaniyên me têra me nedikirin, lewma hinek ji me, ez jî di nav wan de, em di bin konên naylon de rûdiniştin û radizan. Rojekê birayê Arselan ji min re got ku, "Mam Celal, wek hûn jî dizanin, hinek ji amûrên baregeha xwe di gel mam Ehmed Dadî şandiye vir. Ez bawerim di nav wan de çadir jî hene. Ji xwe Mam Celal tu caran bexîliyê nake beramber te. Ji mam Ehmed pirsyar bike ka eger çadir hene di nav wan de yan na. Eger hebû birûskeyekê ji Mam Celal re bişîne û çadirekê ji wî bixwaze, belkî tu ji wê kabîna naylonê rizgar bibî". Wê demê Mam Celal bersiv da min ku di nav amûran de du çadirên biçûk hene, tu yekê ji xwe re bibe, ya din jî ji me re bihêle. Weha Min çadira xwe wergirt. Ez dilşa bûm, wekî ku min dinya bi dest xistibe. Ew çadir bi min re ma heta roja zewaca min. Piştre min da navendê, da ku bikin studyo ji bo karên radyo, û min êdî çadirek mezintir wergirt.
Rêz û dilovanê ji bo ruhê nemir Mam Celal, yê ku wê her di dilê me de bimîne, serok, rêber, bav, bira û rêhevalê hemû Pêşmergeyan. Her weha silavek germ û duayên selametî û saxlemiyê û temen dirêjiyê ji bo tekoşer (Hêro Xan) dikim, ku ji bilî hemî taybetmendiyên wê yên din, bi saya wê şoreşa nû û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, xwedî erşîfeke zengînin ku di nava xwe de qehremaniyên Pêşmergeyan û rojên tekoşînê beramberî diktatoriyetê û faşizmê bi can û ceger parast. Belkî kêm kes dizanin ku navê wê erşîfî yê nehênî ( Fethîya Xanim) bû.
Yûsif Zozanî
Kurteyek ji reşnivîsa bîranînan
Wergerandin ji zimanê Erebî bo Kurdî / Stafa rojnameya Xelat
XELAT