ŞEVA QETLA GİRAN
Nivîskar û Helbestvan: Hinara Tajdîn
ŞEVA QETLA GİRAN
03-08-2014 s.
Ewrê çev sût,çev û birû mîna xwe her car bi kilê Sibhanî kildabû,stêyrkê goveka ezmîn ketibûne govendê. Her çîya û banîya xulexula avkanîyabûn, dora kaniya hev kombibûn şarûr û bilbil, şirîn-şirîn ketibûne sohbetê, haj bay dinê tûnebûn, wekî çend sehet şûnda ba û bahoza zulma giran rûyê erş û kursî wê xêlîya reşva were xemlandinê.
Însanet ketibûne xew û xewnêd şirînda, pey karê nav rojê kesirî serê xwe danîbûn wekî rehetbin. Çawa şîrqînîya birûskê dor gunda girtin, dengê çek û sîliha, şaşo-paşo kesî tê dernexist çi qewimî û çi diqewime.
Xwîna gelê me bûne behrên bê deng, qîz û bûkên me diricifîn nava lepên neyarada, kesî guh nedida daxwezî û hêwirza dayîka, kuştin bav û bira, kal û pîr.
Wêrankirin axa meye pîroz, hewar û gazin pervedibû dev û dorê gund û bajaran lê bêfeydebû, hova karê xweye qirêj pêjda dibirin,dikuştin, didzîn, serî jêdikirin.
Kerrbû dinîya xapînok, tû kesî gohê xwe nedidane ser lûbîn û zêrînê daykên me. Ber zulma reş êzdî direvîyan, lê ewanajî nizanîn boy çîye sûcê wan û guhnê wan.
Tîrêja royê rengê xwîna sorgevezva binê ewrê reşda serê xwe derxist, şerma serî berjêrkir, şûr û kêrên destên hov û neyara nihêrî, lê çare tunebû biba alîkar wanra.
Her dera meytê cangorîyabûn, her dera qîrîn û hewarbû, zulm, zulmeke pir giranbû.
Fermanbû.
Fermanê çok dabû ber derîyên me...
Xelat
