Feqîyê Teyran yek ji helbestvanên herî girîng ên edebiyata klasîke

Feqîyê Teyran yek ji helbestvanên herî girîng ên edebiyata klasîke

Nivîskar: Celal Orhan

 

Feqîyê Teyran yek ji helbestvan fîlozof û çîroknivîsên herî girîng ên edebiyata kurdî ya klasîk e. Navê wî yê rastî Mîr Mihemed e lê di nav gel de bi navê Feqîyê Teyran tê naskirin. Tê gotin ku navê “Feqî” ji ilm û şagirtîya medreseyan, “Teyran” jî ji zimanê teyran tê ku ev yek bi efsaneyên derbarê wî de tê girêdan. Feqîyê Teyran di sedsala 16’an de, li gundê werezûz a Miksê li Wanê ji dayik bûye, her çendî dîrokên jidayikbûn û mirina wî tê texmînkirin 1561-1641 an 1590-1660 di navbera dîroknasan de hê jî mijara nîqaşan be. Ew ne tenê helbestvan, lê di heman demê de fîlozofekî kûr mutasavvif û dengbêjekî navdar bû ku bi berhemên xwe yên wekî Zembîlfiroş, Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Hespê Reş di edebiyata kurdî de cihekî bêhempa girtiye.

Jiyana Feqîyê Teyran û Perwerdeya Wî

Feqîyê Teyran li Miksê di nav malbateke mîran de ji dayik bûye her çend hin çavkanî dibêjin ku ew ji malbateke sade bûye. Wî perwerdeya xwe ya destpêkê li mizgefta gundê xwe kiriye pişte jî medreseya Mîr Hesenê Welî ya li Miksê wergirtiye û piştre li navendên ilimî yên wekî Bidlîs, Hîzan, Fînîk û Cizîrê xwendina xwe dewam kiriye. Bi taybetî li Medreseya Sor a Cizîrê ku navendeke girîng a edebiyata kurdî bû, wî xwe di warê wêje, felsefe û tesewufê de geş kiriye. Tê gotin Feqî şagirtê Melayê Cizîrî bûye yek ji helbestvanên mezin ên kurd, û di şiîra wî ya bi navê “Feqe û Mela” de ev têkiliya hoca-şagirtî bi awayekî zelal tê dîtin.

Feqîyê Teyran ne tenê li medreseyan xwendiye, lê her wiha wekî “Feqîyê Gerok” jî tê naskirin, ji ber ku wî gelek gund herem bajarok û bajarên Kurdistanê geriyaye çîrok û destanên gel guhdarî kiriye û helbestên xwe bi şêweya dengbêjiyê gotiye. Ev gera wî bandoreke mezin li ser berhemên wî kiriye ku mijarên wî bi piranî ji jiyana civakî, dîrokî, tesewufî û baweriyê pêk tên.

Ez dengbêj im hatim vira

Heta hebin dengê mîra

Ez ê binivîsim ser kaxeta

Ne di çim dêra ne mizgefta

çolê bimînim ez bêcil

Ez ê bikim hewar û gazî

çiqas bimînim hêsîr û tazî

Dil ji halê wan di lerizî

Qederê bê rojek diyar

Ê bê gotinê navê min ê jar

Metha bidin car bi car

Lawê bêjin bi kitêb û zar

*Feqîyê Teyran*

 

Feqîyê Teyran û Zimanê Teyran

Yek ji taybetmendiyên herî balkêş ên Feqîyê Teyran efsaneya wî ya derbarê zanîna zimanê teyran e. Li gorî çîrokên gelêrî Feqî bi çivîkan re diaxivî û zimanê wan fam dikir, ku ev yek jî bûye sedema navê wî yê Teyran. Ev efsane bi îhtîmaleke mezin ji berhemeke navdar a Ferîdeddîn-i Attar a bi navê Mantiq-ut Tayr "Axaftina Teyran" tê, ku tê de felsefeyeke tesewufî ya kûr tê vegotin. Feqîyê Teyran di helbestên xwe de bi awayekî sembolîk gelek caran qala xwezayê, çivîkan û ajalan kiriye, ku ev yek diyardeyeke hevpar a edebiyata tesewufî ye.

Mînak di helbesta wî ya bi navê “Feqiyê Teyran û Quling” de, Feqî bi qulingekê(çivîkekê ) re di nav diyalogê de ye ku ev diyalog hem têkiliya wî ya bi xwezayê re hem jî kûrahiya wî ya felsefî nîşan dide. Ev helbest nîşan dide ku Feqî xwezayê wekî cîhaneke zindî û têgihiştî dibîne ku tê de her zindî xwedî peyamekê ye. Ev têkiliya wî ya bi ajalan re ne tenê sembolîk e lê di heman demê de nîşana nêzîkbûna wî ya bi ruhê tesewufî re ye, ku hemû zindiyan wekî parçeyekî ji afirîna Xwedê dibîne.

Di helbestên wî de Feqî gelek caran xwezayê û ajalan wekî metaforan bi kar tîne da ku hestên mirovî, têkoşîna giyanî û evîna îlahî rave bike. Mînak, di helbesta “Sînem” de, wî bi awayekî evîndarî qala bedewiya xwezayê û têkiliya mirov bi afirînê re dike, ku tê de sembolên wekî gul, baxçe û kuşkan bi awayekî zindî têne bikaranîn.

Berhemên Feqîyê Teyran

Feqîyê Teyran bi berhemên xwe yên wekî Zembîlfiroş, Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî, Hespê Reş û Qewla Dimdimê di edebiyata kurdî de navûdengê xwe bi dest xistiye. Berhemên wî bi zimanekî zelal, rewan û dewlemend hatine nivîsandin, ku ev yek wî di nav gel de pir populer kiriye. Zembîlfiroş, çîrokeke evînî ya manzum e ku têkiliyeke evîndarî ya traîk vedibêje û yek ji berhemên wî yên herî naskirî ye. Hespê Reş jî, ku di sala 1965’an de li Moskovayê bi kurdî û rûsî hatiye weşandin, çîrokeke destanî ye ku behsa qehremanî û têkoşînê dike.

Feqî di helbestên xwe de gelek caran mijarên tesewufî, evîna îlahî, edalet, jiyana civakî û dîrokê bi kar aniye. Zimanê wî yê helbestî sade lê kûr e ku ev yek dihêle hem xwendevanên sade hem jî rewşenbîr ji berhemên wî kêfê werbigirin.

Efsaneya Feqîyê Teyran û Bandora Wî

Feqîyê Teyran ne tenê helbestvanek bû, lê di heman demê de sembolekî çandî yê kurdan e. Tê gotin ku wî bi zimanê çivîkan diaxivî lê ev efsane bi piranî tê wateya ku wî bi kûrahî ruhê xwezayê û afirînê fam kiriye. Bandora wî di edebiyata kurdî de bi qasî helbestvanên mezin ên wekî Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî ye. Helbestên wî hê jî di nav gel de têne gotin û bi rêya dengbêjan digihêjin nifşên nû.

Ey Feqîyê Teyran Dengê Dilê Miksê

Di dilê te de evîna xwezayê ruhê ajalan.

Gotinên te bûn ronî di şevên tarî de.

Ji Miksê heta Cizîrê gerokê Kurdistanê

Helbestên te bûn mîna avê zelal û bi xelat.

Zembîlfiroşê te dilê evîndaran şewitand,

Hespê Reşê te dîroka me bi xwe re girt bir xwand.

Ey Feqî tu bi teyran re bi xwezayê re yek,

Gotinên te di dilê me de her dem zindî bêtek.

Ji Şêxê Senan heta Sînem te evîn vegot,

Di her peyvê de, te ruhê Xwedê li me şkot.

Bi navê te bi zimanê te dilê xwe vedixwînim.

Tu bûyî ronî di çanda me de stêrkek geş,

Feqîyê Teyran navê te her dem di dilê me de bi teş.

05.06.2025

Werezûz/Miks

XELAT