Wateya Peyva MÛRADê

Wateya Peyva MÛRADê

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

Îro çi li nava Kurdan be, çi li nava hin miletên din ên li Rojhilata Navîn be, pir kes hene ku navê wan MÛRAD e.

Ev navê hanê, ji navê Çemekî Kurdistanê hayiye wergirtin.

Li Bakûr Kurdistanê çemê bi navê ÇEMÊ MÛRADÊ  ku ji paxila çiyayên Bakûrê Kurdistanê derdikeve û bi lezgînî diçe dikeve ser çemê FIRATê Bêlecûkê û ber bi başûrê rojhilata Kurdistanê ve diçe, li jêra bajarê Bexdadê bi birayê xwe Çemê Dîcleyî re dibe yek û herdu bi coş û dîlan diçin xwe berdidin ser ava Kendavê.

Gelo ev peyva MÛRADê ji kur hatiye ku wisa evîna xwe xistiye nava qulçavkên dilê hemû Kurdan û gelek kesên dî?

Dema min lêkolîneke kurt li ser peyvê kir, ev encam derket holê:

. Peyva MÛRADê, ji famîleya peyvên dupeyvî ye û ji du peyvan afiriye. Yek MEHR e, ya din jî DAD e.

Diyar e ku ”mehr” an MEHR, du wateyên xwe hene:

. Yek, ruhnî ye.

. Ya dî, navê peymana ZEWACê ye di navbera jin û mêr de.

. Wateya DADê jî, hem edalet e, hem jî navekî Xwedê ye.

Yani meriv dikare ji Çemê Mûradê re bêje, Çemê Xwedê û Çemê Edaletê.

Çewa ku gorbihişt Melayê Cizîrî jî gotiye:

Ger bibexşi dil Mûradê

Ji wê heyat û xemr û badê

Da nekim gileh û Dadê

Dad me disa ber te ye.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser peyvên wisa…

Her şad û bextewer bin…

17/ 04/ 2024. 23:52

XELAT