Mêranî û zanîn…

Mêranî û zanîn…

Nivîskar: İkram Oguz

Ev her du jî ji taybetmendîyên mirov in.

Ji bo mêrxasîyê mêranî…

Ji bo serkeftina di mêrxasîyê da jî zanîn pêwîst e.

Lêbelê ev herdu taybetmendî jî di kesayetîya herkêsî da û bi hevra nayên dîtin.

Bi gelemperî mirovên zana hinekî tirsonek…

Mêrxasên xwedî cesaret jî hinekî nezan in.

Jiber ku mêranî taybetmendîyeke hestîyarî…

Zanîn jî taybetmendîyeke hişmendî ye.

Mirovên zana hinekî tirsonek in…

Jiber ku di kîjan xalê jîyanê da dibe bila bibe, berîya ku gavekî biavêjin, kûr û dûr difikirin, îhtimala astengîyên ku derbikevin pêş, bi berfirehî dinirxînin…

Kar û zerara gavavêtina xwe bi hûrgulî dipîvin, dû ra biryara xwe didin.

Ger ku di gavavêtina wan da berjewendîyeke wan hebe, heta ku biryar bidin û biavêjin, ew jî namîne…

Mêrxasên xwedî cesaret jî hinekî nezanin…

Jiber ku, ew jî pirîcaran bêhesab tevdigerin, ku loma bi kelecan radibin, bi poşman jî rûdinên.

Mirov kar û zirara ji zanebûnê jî, serkeftin û poşmanîya ji mêranîyê jî di her xalê jîyanê da dibîne, bes ku bi çavdêrîyeke bi rêkûpêk lê mêze bike…

Di civakên paşdemayî da mêranî gavek li pêşîyê diçe…

Zanîn jî gavek ji paş va tê…

Loma pîvan û pîvandarî kêm…

Xil û xirabî, zerar û zîyan, kor û poşmanî jî zêde ye.

Wek mînak:

Mêr ji jina xwe biqahire, radibe, bi derbekî va lê dide û dikuje…

Dû ra hişê wî tê serî, poşman dibe, zirar û zîyana ku daye xwe û derdora xwe bi qederê va girê dide û kêmasîya xwe pine dike.

Lê bi mêranîya xwe ya bi kertîyê qula ku di qûna xwe da vekirîye, bi wî pîneyî jî nikare bixitimîne.

Sedem pevçûna zarokan, ya jî bi hevgirtina kûçikan va cînar ji cîhê xwe quloz dibe û guleyek berî cînarê xwe yê salan dide û dikuje…

Ji cînaran yek diçe gore, yê din jî dikeve girtîgehê…

Ji herdu alîyan va jin bî, zarok jî sêwî dimînin.

Yê mirî di bin axê da dirize…

Yê mayîn jî di girtîgehê da histûyê xwe di ber xwe da xwar dike û ji qedera xwe ya ku ji kertîyâ wî tê, di kûrahîya dilê xwe da digrî û dilorîne…

Sîyaset jî wisa ye…

Ji bo serokatîya di sîyasetê da mêranî…

Ji bo serkftîya serokan jî şêwirmend û zanîna wan pêwîst e.

Zanîna şêwirmendan ji mêranîya serokan ra dibe per û bask û wan bi serkeftî difirîne…

Kêmasîya şewirmendan jî li lingê serokan dibê girê û mêranîya wan bin erdê ra dikişîne.

Mixabin, di sîyaseta civakên paşdemayî da şêwirmendî zêde cîh nagre…

Lêbelê ger ku hebe jî, şêwirmend bi pesnên mezin û payeyên bilind pişika serokan diwerimînin, berê wan didin şer û ber bi mirinê dişînîn…

Dinya biguhure û ser û binê hev bibe jî ew di ser pozê xwe ra mêrxasek nabînin.

Loma hercarê bi pişika xwe ya werimî va deverû li erdê dikevin û ji dîtina ezmanên çîksayî bêpar dimînin…

12.03.2024

ikramoguz@navkurd.net

XELAT