MÎNA ÇEMÊ MANZÛRÊ
Helbestvan: Hinara Tajdîn
Wê bên, herin dem û sal,
Bimînim bê milk û mal,
Soz û guman dabû dil
Wêra bistrêm ça bilbil.
Rokê gerdûn tev-hev bû,
Volkan, agir lê rabû,
Dêmê royê çilmisand
Ruh qefesê fetisand.
Sîmê sazê min qetîya,
Rast, derewa veqetîya,
Şoza dayî bû seqet
Nexweş ket, ma bê taqet.
Kire nalîn tembûrê,
Mîna çemê Manzûrê,
Çev hêsir û dil bi xwîn
Pêjda kişîya rik û kîn.
Me nizanî çîye ferman,
Hevildor bû mij, dûman
Jîyana man-nemanê
Kete qefka mirinê.
XELAT
