Dîdara Başûr ji bo pêşeroja Rojava di Sûriyeya nû de
Roja şemiyê 25/1/2025 li bajarê Silêmaniyê (Dîdara Başûr ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di Sûriyeya nû de) birêveçû.
Dîdar bi beşdariya xanima yekem a Êraqê (Şanaz Îbrahîm Ehmed) û şandeke ji Rojavayê Kurdistanê û hêjmarek siyasetmedar û rewşenbîr û akademisyen û kesên şareza pêkhat, armanca dîdarê ji bo wergirtina nêrîn û pêşniyarên kurdên başûr bû ji bo pêşroja Rojavayê Kurdistanê ku Kurd li Rojava li navxwe û her weha digel Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Kurdan digel Şamê û cîhanê çawa bin.
Di dîdarê de Xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed gotarek pêşkêş kir û têde tekezî li pêkvejiyana demokratîk û aştiyane û her weha yekdengiya hêz û aliyên siyasî ji bo bicihanîna jiyaneke azad kir.
Ji aliyê xwe ve berpirsê borda ragihandinê Letîf Nêrweyî jî axivî û got ew piştgiriyê didin Rojavayê Kurdistanê û helwesta wan ya netewî ye û da diyarkirin ku divê di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de mafên Kurdan were parastin.
Her weha di dîdarê de giftûgoyên vekirî birêveçûn û amadekaran tekezî li yekrêziya mala Kurdî li Rojava û piştevaniyan hemû Kurdistaniyan ji Rojava re dan nîşandan ku di pêşeroja Sûriyeya nû de mafên gelê Kurd werin misoger kirin.
XELAT




