Li Herêma Kurdistanê zêdetir li 6 milyon kes dijîn

 Li Herêma Kurdistanê zêdetir li 6 milyon kes dijîn

Wezîrê Plandananê ya Herêma Kurdistanê Dr. Dara Reşîd ragihand, hêjmara rûnişîtiyan li Herêma Kurdistanê (6 milyon û 370 hezar û 668 kes) in ku beşek ji penaberan û koçberan jî li xwe digre.

Roja 20-21 Mijdarê 2024 serjimêriya giştî li tevahiya Êraqê û li Herêma Kurdistanê ku çar parêzgehên (Silêmaniyê, Hewlêr , Duhok û Helebçe) li xwe digre  hate encamdan.

Li gorî serjimêriyê, hêjmara rûniştiyên Êraqê 45 milyon û 407 hezar û  895 kesin. Her weha ji wan 6 milyon û 370 hezar û 668 kes ên Herêma Kurdistanê ne ku deverên Kurdistanî yên veqetyayî wek (Kerkûk, Şengal û beşekî Nînewa) li xwe nagire.

Her weha li gorî serjimêriyê li Herêma Kurdistanê:

Hêjmara Nêr 3 milyon û 200 hezar û 506 kesin.

Hêjmara Mê, 3 milyon û 170 hezar û 162 kesin.

Rêjeya ji %84 rûniştiyan li bajaran in û %16 li gundan in.

Bi tementirîn kes li Herêma Kurdistanê 126 salî ye.

 

XELAT