Lava Şazad: Dixwazim kultura siyemîn ya diasporayê damezrînim

Lava Şazad: Dixwazim kultura siyemîn ya diasporayê damezrînim

Dilşa Yûsûf- Swêd

Di roja 5 tebaxê 2023 an de, hunermenda kurd ya şêwekar "Lava Şazad Sefaidîn" pêşangeha xwe ya yekemîn û taybet li pêşangeha Form û Färg li bajarê (Eskilstuna) li Swîd vekir, di bin navê “Kultura siyemîn ya diaspora yê“. Pêşangeha ku 5 rojan berdewam dike, bi figûr û babetên xwe gelek bala revenda Kurd û  niştecihên (Eskilstuna)  kişande ser xwe.

Şêwekar "Lava Şazad" Sefaidîn li Swêd ji dayikbûye di sala 1994 an de. Derçûya zanko ye û beşê Pirogramê Civaknasî qedandiye. Niha jî li ser tundûtîjiya li dijî jinan û zarokan û doza şerefê kar dike.

Babetên tabloyên şêwekar "Lava" cûrbicûrin û zêdetir li ser dozên wek: Azadî, rizgarî, nakokî, koçberî, jin, jîngeh, destanên gelêrî, doza netewî ya kurd û diaspora.

Her çende Lava li Swêd ji dayikbûye jî, lê ew xwe wek Kurd dide nasîn.

Ji xwe di nav tablo û wêneyên ku cihekî giring dabû wan di pêşengeha xwe de ku bi tevayî siruşta Kurdistanê bûn, Lava diyar dike ku çendî intîma û dilsoziya wê ji bo niştimanê wê heye. Ew vê yekê vedigerîne ser perwerdehiya ku di nav malbata xwe de dîtiye, ku her dem li ser hezkirin û kultura welat û civaka xwe mezin bûye.

Lava hewldaye di riya hunera xwe re peyameke nû bide xelkê xwe û wek ew dibêje di vê derbarê de :

  Ez dixwazim Kultura siyemîn ya diaspora yê damezrînim. Bi nerîna min em dikarin ji nav adet û dabûnerîtên her dû civakên Kurd û Swêdî , ji xwe re tişên kêrhatî û ciwan hibijêrin û hilgirin û kesayetî û nasnameya xwe ya kurdayetî pêşbixin û biparêzin “.

Lava di tabloyên xwe de gelekî laşê jinê bikartîne, û ew vê yekê weha şîrove dike:
“ Ez dixwazim xelk bi riya hunera min bizanin ku laşê jinê gelek ciwane û tu xeletî têde tune ye, nabe bê veşartin û şerm be, her weha suruştiye wek laşê zilam û yê zarokan û divê ku tabo û qedexebûn li ser rabin û ji warê regezî derkeve. Suruşta laşê jinê nabe xerab bibe  yan bê kûştin li ser navê şeref û namûsê“.

Hêjayî gotinê ye ku hezkirina Lava ji hunera şêwekarî re ji temenkî biçûkî destpê kiriye, û bi handana malbatê û mamosteyê xwe yê dibistanê pêşketiye. Wek ew dibêje gelek bi hunermenda şêwekar ya Meksîkî (Frida Kahlo) karîger bûye.

Sekoya Kurmancî