Bîranîna 34 saliya koçkirina dengbêjê Kurd Rifet Darî

Bîranîna 34 saliya koçkirina dengbêjê Kurd Rifet Darî

Îro 34 sal bi ser koçkirina dengbêjê Kurd yê nemir (Rifet Darî) re derbas dibe.

Hunermendê Kurd Rifet Darî di sala 1934'an de li gundê Darê ya Bakurê Kurdistanê (Serxetê) ji dayîk bûye, di 13`e saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Rojavayê Kurdistanê (Binxetê) dibe, destpêkê li gundewarê Amûdê (Xerabê Kurma) niştecih dibe.

Rifet Darî, berî dest bi stranbêjiyê bike, helbestên olî û rûhî dixwendin. Dengbêj Rifat Darî bi stranên destan, stranên çandî, evînû û çîrokên şer ên wekî: Fatima Salih Axa, Basna Xelîl, Hemdîn û Şemdîn navdar bûye. Stranên Darî bi destanên Kurdî hatine taybetkirin û piraniya wan bi şêweya (Lawikan) bûne û ji meqamê Bayat, Acem û Nehawend bûn. Di tomarkirina van destanan de bi hevkariya kesên payebilind ji hunermendên nemir yên mîna Mihemed Şêxo, Seîd Yûsiv, Mehmûd Ezîz û hunermendê dawî û Mûsa Kinê.

Dengbêjê rehmetî strana xwe ya navdar (Fatima Salih Axa) li mala hunermend Zêdan bavê Ferîd tomar kir û bi hunermendê nemir Mihemed Şêxo stran gotine. Rifet Darî zêdetirî 35 stranên wê yên taybet hebûne, tevî bi dehan stranên folklorî ên ku bi şêwaza xwe ya cihêreng gotine.

Ew di 27-08-1990'î de di temenê 56 saliya xwe de li Qamişloyê koça xwe ya dawî dike û di goristana taxa Hilêliyê de tê veşartinê.

Nivîskar û lêkolînvanê kurd Konê Reş bi vê boneyê nivîsiye û gotiye; )Raste em deyindarên hunermendên xwe ne û wek ku Seydayê Cegerxwîn di jînenîgariya xwe de, dibêje: "Gerek e, em qenciya dengbêj û stranbêjan ji bîr nekin ko zimanê Kurdî bi pêş ve birine û ji mirinê parastine..". Ji bo zanînê; gora Rifetê Darî li kêleka gora Mihemed Şêxo ye).

Hunermend Mihemed Şêxo û Rifet Darî

XELAT/Çavkanî: Kurdîpediya