Rewşa Penaxwazên Rojavayê Kurdistanê
Ev çendîn salin ku kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo xwparastinê, beşek ji ber raperîna 12-3-2004`an û beşên din piştî buyerên 2011 ku li tevahiya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûne alozî û malwêranî berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û li vir penaxwaz bûne û niha jî rewşa beşek ji wan gelek xerape û yê beşeke din gelek baş e.
Penaxwazên Rojavayê Kuridstanê bi 5 beşan tên bi nav kirin
Hinek ji penaxwazên kurd li Herêma Kurdistanê rewşa xwe ya jiyanî û darayî gelek baş kirin û niha di astên herî baş de dijîn û bi zêr û otombîl û xanî û baxçe ne.
Lê beşê herî mezin jî, di rewşeke gelek xerab de dijîn. Her weha beşeke din jî wek dozex û bêhtire ku êdî nikarin roj û demên xwe derbas bikin û roj bi roj alozî bi ser wan de tê ji ber ku nexweş û seqet û gazî û kêmendam di malên wan de hene û ji ber wê yekê çi pere û aborî heye di wê nexweşiyê didin.
Ez dikanim wek ezmûna xwe ji were bibêjim ku ji 1-9-2020`an ve, ez wek serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatim hilbijartin û min bi fermi dest bi kar kir.
Ez dikanim bibêjim ku Rewşa penaxwazên me yên Rojavayê Kurdistanê bi sê beşa ye…
Beşa yekemîn
Beşa yekê xwediyên kar û pîşe dikarîn xwe bigrin û rewşa aboriya xwe bihêz û baş bikin û niha di asta herî bilind û baş da ne û bi taybet ên ku karxane û kargehên wan hene û yên terzîxane û dartaşî û hesingerî û cihên buye û serastkirina otombîlan ku bi kar û erkên xwe û xuyî eniya xwe ew pere peyda kirin û ne bi riya UNê an jî rêkxistinên girêdayî wê.
Ew beş niha bûne xwedî xanî û bax û kargeh û otombîlên biha û gelek tiştên din ên li gorî erkên wan û ez wan pîroz dikim ji berk u bi xuyê eniyên xwe bi dest xistin. Lê ev beş gelek kêmin ku wate hejmara wan hindikin ên herî zêde feqîr û hejarin.
Beşa duyemîn
Beşê duyem jî bi vê rengî ye… Sibê û hêvarê di nava kar de ne, yan li kenalên ragihandinê û kompaniyên cuda cuda û li xwaringehan û an jî li kargehan û an jî li baxên xelkê û an jî li ser erbanan tiştan ji xwe re difroşin û tenê jiyana xwe a rojê peyda dikin û pêwîstiya wan bi minetê ti kes û rêxistinan tune ye û wiha jiyana xwe bi rûmet û serbilindî derbas dikin.
Beşa siyemîn
Beşa siyem jî bi vê rengî ye ku ew jî beşa herî mezin û aloz e. Tê wê wateyê piraniya penaberên me di vê rewşê de dijîn ji Duhokê û Hewlêrê û Silêmanî û heya Deverên Raperîn û Germiyan û Helebçeyê. Beşek ji vê beşa siyem wiha ye, kar dikin û pere ji wan re namîne, dilivin û erk didin, lê encam bi dest naxin, ji ber ku ew gelek dest vekirîne û nirxê heyî naparêzin û bi bê bername kar dikin û tenê li îro dinirin û dibêjin sibê jî li Xwedê.
Beşa çaremîn
Beşa çarem jî bi vê rengî ye… Ji dest nexweşî û nelbariya rewşa tenduristiyê ve dinalin û ti kes û alî û rêxistinên mirovî jî alîkar nabin û ew kesên nexweş piraniya wan yan bav an jî dayîk û hinek jî zarokin.
Ev yek dibe cihê nîgeranî û nexweşî û tevlihevî û aloziya herî mezin û bê derman. Dema xwediyê malê ji ser xanî an jî di dema bînesaziyê ve dikeve û an jî di dema karkirinê de seqet dibe û êdî nikare kar bike û rojene pere li derman û dermankirina xwe dide û di malê de zarok biçûkin û ti kes kar nake, wê jiyan çawa bibe.
Ez hinek mal nas dikim ku 2 bo 3 zarokên xwe nexweş in û ji ber wan zarokan nikarin biçin ser kar, ez dikanim navê bi dehan malbatên me ên penaxwaz bînim ku pir başe xwe nakojin û hîn jî li ber xwe didin û di jiyanê de mane. Bi rastî ne UN û ne jî ti rêxistinên ser bi UNê û ne jî ti rêkxistinên mirovî alîkariya wan malbatan nakin û rewşa wan li ber çavan re derbas nakinm.
Beşa pêncemîn
Beşa pêncem ê penaxwazên kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bi vê rengî ye mixabin ku ji penaxwazên me wiha jî hene, bê dilin ji jiyanê, kar nakin û nalivin û tenê dest dikin bi kişandina Ergîlê û vexwerina madeyên îspirto û tiştên din û zarokên xwe yên bi çûk dişînin kargeh û bazaran û hevjînên xwe dişînin nav rêxistinên sivîlî û ên nêzîkî UNê tako ji wan re peran peyda bikin an jî rêkê bibînin ku wê çawa derkevin dervayî welat û xwe ji vir rizgar bikin.
Ev beş beşê herî nepak û ne başe ku di nava penaxwazên kurdên Rojavayê Kurdistanê de peyda bûye û ê herî aloz û cihê xemgînî û nîgeraniyê ye.
Her weha ev beş dibin bi sedema têkçûna nav û bangê kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û niha jî gelek çalakvan û mela û kesên normal bangewaziyan dikin tako rê li ber karkerên kurdên penaxwazên Rojavayê Kurdistanê bê girtin.
Her weha ev jî dibin sedema ku rêxistinên sivîl ên xwepêner wan bixwepînin û zanyariyên wan bixin destên kesê û komên xwepêner û diz.
Hozan Efrînî/ Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava- Sûriye
XELAT