Geşta Rojava li kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê destpê kir
Geşta `Rojava` geşteke taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku li kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê herdû rojnamevanan Hozan Efrînî û Melek xanê ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Geşta `Rojava` rojevên siyasî yên germ li xwe digre bi pêşkêşkirina kurte nûçeyekê û mêvandarkirina kesayetên siyasî û akademîst û ronakbîran ji bo şîrovekirina pêşhatên siyasî, aborî û civakî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û navçeyê.
Mêvanê geşta Rojava ya roja yekşemê 12/1/2025 Şêwirmendê serokê Amerîkay ê berê Barak Obama (Dr. Rîfahî Hemo) bû. her weha beha rola Amerîka di aramiya Rojavayê Kurdistanê de hate gotûbêj kirin.
Geşta (Rojava) geşteke nûçeyane taybet bi Rojava ku hemû rojên Yekşemê û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
